Share |

Festîvala Gelawêjê (26) bi dawî hat

26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj ya Çand û Wêjeyê bi diruşma ‘Azadiya Berdewam’ roja 12 cotmehêli salona Hotel Ramada li bajarê Silêmaniyê bi merasimekê bi beşdariya gelek kesan li dar ket.

 Festîvala Gelawêjê bi gelek çalakî cûr bi cûr ên wêjeyî û helbest û çîrok xwendinê bi rêveçû, her wiha çend semîner jî hatin saz kirin. Li ser  “helbest, çîrok û rexneyên wêjeyî” herwiha stranbêj bi stranên xwe ji herçar perçên Kurdistanê beşdar bûn .

 

Festîvala Gelawêjî ku îsal bû 26 sal in li dar dikeve û sê rojan berdewam kir. Bi beşdariya gelek rewşenbîr ji Îraq, û welatên cîran û çar aliyên Kurdistanê xelk amade bûn.

Hunermendên ji gelek bajarên cud bi cur beşdar bûn û bi stranên xwe deng û reng dan festîvalê. Yek ji komên muzîkê jî Koma Ma ye ku ji Amedê beşdarî festîvalê bûbû. Komê di roja yekemîn de bi stranên xwe di festîvalê de cih girt û di roja dawiyê de jî  derket ser dikê.

 

 

Festîval bi belavkirina xelatên helbest, çîrok, lêkolînên ku di sê rojên festîvalê de hatine pêşkeşkirin bi dawî hat.