Share |

Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê kir

Berpirsê Beşa Hunerî ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa ragihand, sal li pey sal asta festîvalê bilindtir dibe û pêngavên baştir hatine avêtin, da ku îsal festîval di asteke baştir de be.    

Roja pêncşembê 1-12-2022an karên 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê dike.

 

Berpirsê Beşa Hunerî ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa ragihand, sal li pey sal asta festîvalê bilindtir dibe û pêngavên baştir hatine avêtin, da ku îsal festîval di asteke baştir de be.

 

Saman Mistefa diyar kir, ev festîval bûye sedema wê yekê ku hunermendên navdar ên warê sînemayê berê xwe bidin bajarê Duhok û Herêma Kurdistanê bikin.

 

Mistefa eşkere kir, vê festîvalê bajarê Duhokê kiriye wek navendeke girîng a komkirina sînemakarên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

 

Mijara sereke ya îsal a 9emîn Festîvala Navdewletî ya Duhokê li ser mijara koçberî ye û ji ber vê yekê biryar e li kampên penaberan jî hejmarek ji berhemên sînemayê werin nimayîşkirin.

 

Berpirsê Ragihandinê yê Festîvalê Hesen Arif ragihand, Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê yek ji bûyerên herî girîng ên sînema, huner û rewşenbîrî yên ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

 

Hesen Arif ragihand, ji salên borî cuda, biryar e îsal fîlmên biyanî bi jêrnivîsa Kurdî werin nîşandan.

 

Ji destpêka meha borî ve deriyê wergirtina fîlman vekirî ye û 200 fîlm hatibûn pêşkêşkirin û ji wê hejmarê 50 fîlm hatin redkirin û fîlmên din ên beşdar, rikeberiyê ji bo bidestxistaina xelatên festîvalê dikin.