Share |

Festîvala Navdewletî ya Gelawêjê bi dawî bû

  Festîvala Navdewletî ya Çand û Wêjeyê ya Gelawêjê a Silêmaniyê ku 4 rojan berdewam kir, bi dawî bû. Di festîvalê de xelatên kurteçîrok, helbest û lêkolînên edebî hatin belavkirin.

Di 25. Festîvala Navdewletî ya Çand û Wêjeyê ya Gelawêjê de ji 68 berhemên cuda yên wêjeyî, 7 derbasî fînalê bûn. Di nav berhemên ku derketine fînalê de, çîrokek, helbestek û lêkolîneke edebî hêjayî xelatan hatin dîtin.

Karwan Mihemed ê ku di beşa çîrokan de xelat wergirt got, “Ev festîval yek ji wan rêyan e ku nivîskar bi çi nivîs, çi helbest, çi roman û çi çîrok be, dikarin xwe tê de bînin ziman. Min xwest bi vê çîrokê tiştê ku di dilê min de heye ragihînim.”

Komîteya festîvalê diyar kir, ji 110 helbestên ku îsal ji wan re hatine şandin 11 û ji 41 nivîsên lêkolînê tenê 7 hêjayî beşdariya festîvalê hatine dîtin.

Gulale Osman a ku di beşa helbestê de xelata wergirt got, “Ez bi helbesta “Tu ne li vir bûyî, nexwe min ê ji te re bigota” beşdar bûm. Di warê helbestê de helbesta helbestvanekî Rojhilatî û helbesta min xelat bi dest xist. Her du helbestên me jî li ser jin û jinbûnê bûn."

Mihemed Kemalî yê ku xelata lêkolînê ya herî baş wergirt anî ziman, “Xebata min lêkolîneke li ser nasnameya Kurdî bû. Min li ser guherînên berê û serdema modernîteyê nivîsî. Ez ê li ser nivîsandina berhemên edebî bidomînim."

Amadekarên festîvalê diyar kirin ku ji bo diyarkirina kesên serketî heta roja dawî ya festîvalê ti endamên juriyê hev nas nekirin.

Serokê komîteya amadekar a 25. Festîvala Navdewletî ya Çand û Wêjeyê ya Gelawêjê Dr. Îbtîsam Îsmaîl got, “Lijne li gorî qadên xwe yên pisporiyê hatin diyarkirin."

Silêmanî ya ku di wêje û çanda Kurdî de kedeke girîng da û gelek kesên navdar jê derketin, weke Paytexta Çandê tê dîtin.

 

rudaw