Share |

Festîvala rojava ya çand û hunerê li Qamişlo dest pê kir.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ,roja înê 15-12-2023 dest bi rêzeçalakiyên 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê kir û wê heta 28’ê Kanûnê wê dewam bike .

 

Mîhrîcan li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” hate lidarxistin .

 

Di mihrîcanê de nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên sazî û dezgehên rewşenbîrî, nivîskar û helbestvanên li herêmê amade bûn .

 

bernameya mîhrîcanê ji çalakiyên cur bi cur mîna çîrok, helbest, pêşangeha şêwekariyê, semîner, muzik, sînema, şano bi tevlêbûna 165 kesan pêk tê û wê bi dana xelata dahênanê a hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê (HRRK) ev festîval bi dawî bibe  .

 

hêjayî gotinê ye ku sala derbasbûyî 8’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê, ta dilopa dawîn a xwînê” hatibû lidarxistin.