Share |

Filmê Derhinêr Mano Xelil li Dubaî tê nîşandan.

Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 12 û 16 nîsanê li bajarê Dubaî a Emîrata Erebî tevlî rojên festîvala filmên Xelîcê dibe û tê ser ekranan. Fîlm ji ber ku ne produksiyona welatekî xelîxî ye, di beşê Sînema cîhanê de tê temaşe kirin.

 

Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

Film bi zimanê Kurdî û elmanî hatiye kişandin. Dema film 107 xulekin. Li ser systema DCP a sînema a nu hatiye qeydkirin.

Film produksîonek navnetewî ye, ji aliye televizîona Elman-Fransa ARTE û televizîona Swîsrî ve hatiye fînansekirin.

Film di destpêka vê salê de li festîvala filmên Swîsrî a netewî laiyqî xelata yekem hatibu. Film roja 6. Hizêranê derbasî sînema dibe û di meha gulanê de dikeve pêşberka filman di festîvala Elman a bajarê Munchen de.