Share |

Gelê Kurd Cejna Xwe Ya Netewî Pîroz kir

Cejna Newroz, sersala nû ya Gelê Kurde û roja ji dayikbûna Zerdeştê Peyxembere, roja wejîn û nûbûn û zîndîbûna xwezayê ye.

Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî yek reng weke her sal pîwanên çanda xwe cîhbicîh dike û li tevahiya Bajar, Bajarok, Qeseb û Gundên û çiyayên Kurdistanê agirê azadî û wejînê hildike.

Her çend li rojhilatê Kurdistanê Hikûmeta Îranê pîroz kirina newrozê li Kurdan qedexe kiribê jî lê li gorî çavkaniyan, Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî girseyî dest bi merasima hilkirina agirê azadî û wejînê kiriye.

Ji aliyeke din ve jî li Başûrê Kurdistanê Kurd bi tevahiya reng û pêkhateyên xwe ve bi merasimên curbicur yên girseyî dest bi hilkirina agira newrozê kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê de jî her li gel domkirina alozî û pevçûnan jî Gelê Kurd weke her sal li qadaye û cejna xwe ya netewî pîroz kir.

Li Bakûrê Kurdistanê jî weke tê zanîn evsal vê newrozeke Dîrokî û birûmet were pîrozkirin.

 

Kurdistan tv