Share |

Gurzek helbest ji pênûsa helbestvan…Azer şiwêş

helbestvan…Azer şiwêş
helbestvan…Azer şiwêş

Ber bi destên te ve,

evîn tê.

Li ser baskên wê

giyanê min

diponije.

Evîn

li ser destên te

şipya radiweste!!

Tu û ew

di eşqa min de,

di raza min de,

neçar dimînin

û ta destê sibehê

dihizirin...

O1.06.2022

 

***

Delal can

 

 

Di şevê de,

bêyî min

xewa min, li xewna bi te

digeriya!

Bi xewna bi te

canê min

xewna bi jan!

Ji bîr dikir

û dilê dîn

bi xewna nû re,

kilîta çav û destên te

dibû.

her ku,

xew û xewn

pêrgî hev dibûn

bersiva her tiştî didan

û ew

raza min û te

diman.

Ez xwe

di bedewbûna te de,

di bêhnvedana pêjna bejna te de,

ji bîr dikim.

Rojên xwe,

bi oxira te re dipîvim.

Şevên xwe,

bi bextê şevên te re derbas dikim.

Bi bayê eşqa te

dijîm

û dilê xwe

bi bêhna lêvên te

dişom...

 

 

18.05.2022

 

*****

Dem pîr dibe

Dem pîr dibe

û di raza xweşikbûna te de

têd naghê!!!

Dem pîr dibe

lê tiliyên destên te

û awirên çavên te

bi çûyîna demê re

pîr nabin

û zindî dimînin.

Dem diçe

pêre por

sipî dibe

lê ew

mîna sipîbûna dilê te

sipî dimîne.

Dem

min

di demsalên salê de

di zindana eşqa te de

dihêle

û ez demê

bi peyvên lêvên te re

dipîvim.

Dem ji min

bi pêrgîbûna te re

xatir naxwaze

û ew

di bendemanê de

xwe

li hêviya min û te

dadgeh dike!!!

10.04.2022

***

Hevdil

di dilê min de

diciviyan.

Dilê min

dilsozê wan dilan dibû

û bêyî wan

sirûda tev dilan

digot.

Dilê min

ji dilan re

yar dibû

û

ji delal re

ji şehîd re

xewna bê sînor

dima!!

Dilê min

di kenê çavên te de

diponijî

û rûpelên  xwe

li ber pênûsa destê te

radixist.

Dilê min

di demsalên dil de

stargeha roj û şevên te dibû

û ji pêjna te re

awazên xewa te

dibû...

23.03.2022

***

Dilê min

Dilê ku

bi bejn û bala te re,

digirî...

Dilê ku

bi bedewbûna te re,

difire...

Dilê ku

bi te,

xewnên xweş dibîne...

Dilê ku

bi te re

dikene..

Dilê ku bi te re,

semaya jiyaneke sermedî dike...

Dilê ku

di xwe de,

hemî delalên dil

dicivîne...

Ew dil

dilê min e...

17.03.2022

****

Delaloooo

dilê xwe

li ser birîna dil

deyne...

û bera dil

di şevbuhêrkên dil de

li mûzîk û êşa  dil

guhdar bike.

Dilê te

di hêlîna dil  de

radixim

û jê

peyvên eşqê dinasim!

Di dil de

dilê min

di dilê we de

cih digire

û li peravên dil

navê we, di helbesta dil de

datîne...

10.02.2022

*********

Ji rûpela helbestvan a Facebook