Share |

Gurzek helbest ji pênûsa helbestvan…Kurdiyar Dirêhî

AMÛDA MIN

weke tav û birûskan 
daweşîne tîran,
tîrên 
ji kevanên çavên te 
bêne der ,
dê pêşwazî bibin 
di dilê min de mîna 
peyamberên xweda 
di germahiya xwînê de 
dê bizanibin,
ji te pêve 
kes nebû vejîna xewnan .
bi awirên tijî
pirsyan û guman 
veçirîne 
cerg û hinavan! 
bihejîne damarêd xwînê 
ji navê te pêve 
nayê vedenga tu navan 
di peyre 
ger an jiyan bibim 
Amûda min :
gelo tê karibe 
bi kesk û sor û zer 
min bipêçe û 
di himbêza xwede
min siya alekê biçîne …!

 

***********

WESTYA ME

Were … were lêêêê
Evîndarê 
Evînî ser gêj dikir 
Ser kêşê cenga dilan 
Nêçîrvanê kovîawiran 
Xifşên xezalên 
Li sînga nazenînan
Kojayê kenê 
Pir dêmgulên 
bi dirêjiya vexwarina
peyalek mey pêve 
cihê wan didil wî de 
ne dima
rêwiyê ji kanîyekê 
diçû kanîyeke din 
 û li ber tu avan 
ranewestiya 
bê dilê li ber tu hêsiran
ne liviya 
di derya evîna te de 
bin avê eşqa 
tê û diçe hinavane 
serxweşe ..
serxweşe ..
serxweşe …
bê yî vexwe 
ji lêvan yek peyalê 
çiye tu …? 
Ji çi ezman, …ji çi buhiştê 
Der hatiye
N .. I .. z .. a .. n .. I .. m .. 
Lê dizanim 
Di bin aramî û naziya lêvande 
Dixuş xuşe ava jiyanê 
Were .. were lêêêê 
Di herdû kovî çavande
Di hevwertên 
Hiş çûyî mîna 
Hezaran bê tawanên 
wendabûn di wan de 
Nizanim çawa kedî bikim 
van herdû kovî hespan 
Û tim ji awirêd min birevin. 
Ser geştek bê avim 
Di beyabana cefaya te de 
Vedikujim awiran 
Di bendewariya 
hatina sipîda evînê de 
birçiyê eşqa te me 
birçiyê kenê te me 
 birçiyê hatina te me 
heyvim
di girtîgeha şevê de 
tu roje 
birçiyê hevdîtina te me 
westyame 
westyame 
westyame 
ji gera li dora zemînê…

******

BÎNEKÊ

Rojekê ger sitêr 
Li paş ewran wenda bibin 
Ji ezmana berf û baran 
Bihevre werin 
Ji bakûrê welatê min 
Dojeha baye vebe 
Bînekê raman bibe 
Ber çav bîne 
Tu ye keça ciwan 
Li paş çeberan 
Bendewara 
Azadiyê dimîne ;
Xwe bibîne 
Şervanê didojeha 
seqem û tarıyê de 
bi sînga xwe neyaran 
paşde dixîne
wê gave bêje min 
gelo çiyan 
ji şêran pêve… dihewîne…!?

 

**********