Share |

Gurzek helbest ji pênûsa helbestvan…Xemgîn Remo

LEZ

Wexata min nîne ....

Di rabûn û rûniştina xwe de

Ez bilezim

Di xwarin û vexwarinê de

Ez bi lezim

Di meş û silavdayînê de

Ez bi lezim

Tenê du bînvedan

Bi hûrbînî lê dirawestim

Vexwendina çavên te

Û nivîsîna helbestê

Gav û dema ji min didizin ......

*****************

 

RÊVEÇÛN

Tu bi rêve diçe

Ba li bin porê te dilorîne

Bêhna gulavê dorhêl hemî

Bînbelavin .........

Çûkê vînê sermest dibin

Li biyabanê tî

Hilfirîn û awazên wan

Bi kesera firek avin .........

Cana neçe zevî yên davkirî

Ew dîlên bi lewendî yên teve

Hatine girêdan

Bo sekvana nêçîr û ravin ....

Xana xwe ragire

Li ber babelîzka nelezîne

Hûçikê xwe bi du daran ve girêbide

Û pê yên xwe

Li peravê decla û ferat

Du singa bikutîne ......

Wê roj bên û bager bibûrin

Xwe ji toz û xwelî ya gemaroka

Daweşîne ....

Bi tavîyek buharî

Ezê te serşo bikim

Û li ber taverojeke bi tîn

Bixemlînim .......

Hingê tê bibî bûka xewna

û hêvî yên salane

da ev keser û xwezî

di dilê dildaran de nemîne .....

*********

SİBEHEK PAYİZÎ

Dengê te ....

Vê sibehê li guhê min

Dengê barana yekem

Û bêhna axê

Canê min çendî xweşkir ......

Toza bi dil ketibû

Bi pêlvedana pistînên te re

Dorhêl hêminî

Û gulên geşbînî yê

Ji nû geşkir ..........

Ba û ba ....

Ez diçûm mîrneşîna şahî yê

Û wê birîna ku axivî bû

Derman lê hat nojdara min

Ku te bêhrîkirin

Li min û xwe hevbeşkir ..........

*******************

GUHERÎN

Her tişt dibe ku bêne guhertin

Ji raxistina malê ta bi cil û pêlava

Û şehkirina por , bi çep û rast de ,

Bi jêr û jor de , tête şehkirin …..

Lê bîr û bawerî , vîn û evîn ,

Divê ku neyêne guhertin ……….

*********

RÛPELA TEZE

Vê sibehê tu berze bû

Û tu hîn rûpelek teze bû ,,,,

Min hîn çi helbestên xwe

Ji hingivê çavên te re

Ne nivisîne ,,,,,,,,

Û nejî

Ji ken û girnijînên tere

Tevna çîroka li darxistî

Û rîsê henasî û dilîniya vehîne ,,,,,,,,

Ey can ,,,,,,

Dûr neçe

Û çavê min li xwe negerîne ,,,,,

Bendewarî ya baranê dijware

Û tu nizanî

Gulên evîna min

Li vî werzê xema

Çendî tîne ,,,,,,,!?