Share |

Gurzek helbest ji pênûsa helbestvan: Ezîz Xemcivîn

helbestvan: Ezîz Xemcivîn
helbestvan: Ezîz Xemcivîn

Xameya xeman

bi ximava xewnên me xemilî!

Tîpên kedîgeha sawîrên "Ezîz Xemcivîn"

li ber bayê henaseya te bişkivîn!

Hesteka xurek e,

bi perwazan difire..

Her çendî dilekî gir û kulmezin e,

her kêlîk,

ji stema dûrbûna te bi gazin e!

Parzemîna dilîniya te zêrîn e,

çendî bi şêrîniya girnijîna xwe digirnije..

Bi tîp û temtêla kenok bêjesaz û bi hestên gulgulî,

sibeha min tu yî,

şev û xewna hiş her dîsa tu yî..

25.05.2024

********

Ezîz Xemcivîn - Çi Me Ez?

çi hêz im,

ko karibim ba û pêlê

ji hev cuda bikim?

çi dil im,

ko çav û nerînê

ji dûrbînê,

temaşeyê

rizgar bikim?

çi şoreş im,

ko nesrînê

ji evîna buharê,

ji geşbûna birûskên dil

koçbar bikim?

çi şiyarî me,

ko xewna zarokekî

bi {lîska diz û xanî}

ji {çavgirtinkê}

şiyar bikim?

çi me ez?

çi me

çi dar im

ko tenikbûna gula sor

di hêtûna biyaniyê de

bi çilmisînim?

û çi denekî dîn im,

ko meya kevnar,

di nêv nikilên

du kewên evîndar,

wek ba û avê

bikim kanî

û

bi herikînim?

*Ji dîwana wî "ZINDAN"

 

*******

 

 

Mirin e,

an jî xewn e,

ez nizanim!

Man e,

an jî neman e,

ez wê jî nizanim!

Çira ye,

bi hilmekê kêferatê dike,

bi hilmekê hiş divemirîne!

Dengvedana sawekê ye,

keldûmana hizira tunebûnê diferikîne..

Li pêşberî te nawestim û narawestim,

ji min ve tevdaneka kelegirîn e!

Li pey rewrewkê me,

ew ne av e,

na na ne mîrkutê hişyariyê ye

û ne tovê bişkuvîn e!

Sêdar e dem,

bi min û te yekpar e,

di gerdena azad de nan û xwê dicivîne!

Li pey te diçim,

hespê rewanê xwe ji şopê danagerînim..

De li hêviyê bimîne,

tehlîşka şîn vedibe,

dilê min jî her ew dilbijîn e!

23.04.2024

*************

Mihr roj e û rojgihiştin Mergeh e

Dilê min ji Şemsê ronak dibe,

ev baweriya min a kevnejîn û nuhîn e..

„Roj çavê Şêşims e“

Em miletê Mihrikî ne,

„Mihrika me bi çavekî”

wisa ye,

Mihrik çavê asîmanê şîn e!

Sibeha min bi rojê hilat e,

hilata hêza min rojîn e!

04.04.2024

***********

Di navbera kêstek û kevirî de

tayê bişkuvînekê nebirîne!

Di gerdena mirinê de jî,

ne bendewarê nixîska dawî be..

Evînê bike kolosê dil,

çavan li deriyan negerîne!

Bila Sibata te 29 be,

hêsiran li ser adara derengmayî nebarîne!

Bi xameya ronak hevokên derdê te vediçirînim,

aram be,

hezar dergeh li hêviya firîna te vekirî ne..

28.02.2024

 

**********

Jêder : rûpela Helbestvan