Share |

hejmara 10’an a Kovara Hinar

bergê Kovara Hinar

 

 

    ji edîtor

 

     Paul Claude, dibê: “Bêsûc’tî, him gunehkariyek e, him talûkeyek e û him mêrkujî ye.”

     Albert Camus, jî dibê: “Azadî; heke xeyala ên bindest be, hudûd’an tehamul nake! Encam; ya mêrkujî’ye, ya jî azadî’yê ji hibabê xwe derkeve.”

     Em bêsûc in û bêsûc’tiya me em kirine dilketiyê azadiyê. Bi van dezawantajên xwe, em bûne dîwarekî bi hêbet î hew boçûn û sebebên negatîf dihebîne. Îja bi van dezawantajên xwe, em ê çiqa karibin bi edebiyateke asofireh û carris, ber bi edebiyata gundê ku bi navê xwe dinya ye ve, bikudînin! Erê, bi qewlê Claude, em bêsûc in û vê bêsûciya me bûye bela serê me. Qelemên me, bûne şûrên ku ji bo doza heqaniyetê, di girrigêça dinyê de, tim û tim hêl dibin. Qelemên me’y bêsûc, qonsantreyî derblêdana hedefekê ne û bi lêdanê re daye nava cagrafyayeke bi talûke û aqûbet; daîm qesasî ye. Qesasiya edebiyatê, xwekujiya nivîskêr û rê’ya ku qet wê bi du nigên bawî, me di xwe de neke rêwî û me negihêne wê bihişta ku ji dojehê pê ve ne tiştekî din e... Bi qewlê Camus, em kincên pesîmîst û optîmîst ji hiş û dilê xwe nekin, xwe ji meqsed û qerez û pevçûn û girrigêça qolektîf û dilzîzî’ya xwe safî nekin; ji dêvla dilxwestin û îdealîzekirina cîh û lehengan, em fêmnekin ku daşir jî çiqa genî be heqo jî cîhê rehetbûn û lixwemikurhatina şexs e, em ê çilo pê bihisin ku edebiyat ne dinya’ya qehreman û lehengan e; hew qelsî, têkçûn, şkestin û bêhêvîbûna qereqter e! Edebiyat, ne tivinga ku berê wê li hedefê y e; xema edebiyatê (edebiyatvên) kitekitên çûçik ên li çarhawîrdora hedefê ne.

     Dosya:

     Xwendevanên ezîz, me di hejmara 10’an de jî gotibû ku em ê ji niha û şûnde mêla xwe bidin rexneyê. Va ye di vê jimarê de, em soza xwe tînin cî. Di vê rê’ya dûûûr û dirêêêj de, em ê ji amatoriyê ber bi profesyoniyê ve, vê dosya’ ya xwe’y rexneyê bi qelemên xwe biajon. Di dosya’ya me de, vê carê, çîroka kurmancî heye. Bi pênc qeleman, pênc kitêbên, pênc çîroknûsên kurd hatine nirxandin. dilşêr bêwar, “amîdabad”a fawaz husên; meniko, “mêrê avis”a helîm yûsiv; şemso qemer, “çavdêriyên barbarekî”ya kawa nemir; berfo barî, “bişirînên şermînî”ya dîlawer zeraq; û h. kovan baqî, “bahol”a çiya mazî, li moxila xwendevaniyeke şît xistiye. Di jimara 13’an de, dîsa mijara dosya’ya me wê çîroka kurdî be û dû re jî em ê qala çîroka dinyê bikin. Wekî din, nivîskar, çîroknûs û şaêr ên ku çîrok, şiêr û nivîsên wan di vê jimarê de hene ev in:

     Çîrok; ar-da janxwar, ehmed belek, yasemîn elban, tomrîs uyar, şemso qemer.

     Pexşan: cîhan roj. Cîhana zarokan: janya acar.

Şiêr:osman mehmed, …xeyamov, ehmed belek, dilşêr bêwar, murathan mungan, welat dilken, berfo barî, mohammed omer osman.

     Hêvîdarim “Hinar”a mêxweş teama devên we xweş û miz bike. Bi xemxwarî û zehmetkêşiya edebiyateke kurmanc û dinyamanc, heta du mehên din bimînin di xweşîxwendinekê de.