Share |

Hejmara 2 a kovara muzîkê Ziryab derket

Hejmara duyemîn a kovara muzîkê Ziryab derket. Di bergê hejmara nû de Ciwan Haco heye.

Di hejmara nû de bi Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Mizgîn Tahîr, Sakîna Teyna, Jan Axîn, Erdogan Emir û lêkolîner Zeyneb Yaş  re hevpeyvîn hatine kirin.

Gunay Koçhan Flower, Besime Şen û Selahattin Demirtaş di mijara siyaset û muzîkê de bi nivîsên xwe cih digrin.

 

Di kovarê de ji bilî hevpeyvînan gotar, danasîn, portre, nûçeyên muzîkê, albûmên bijarte û playlîst hene.

Hêjayî gotinê ye ku desteya weşanê ya Ziryabê ji Gokçe Selîm, Serhat Temel, Harûn Elkî, Ozan Irmak û Yûnis Das pêk tê û edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz dike.