Share |

hejmara 9an a Kovara Sormeyê derket

 Kovara Sormeyê / Hejmara Nehan-daneya elektronîk

Dosyaya Hejmarê: Zimanê Dayîkê û Pirzimanî

- Zimanê Dayîkê, Hîmê Pirzimanîyê ye

- Zimanê Resen

- Hînkirin û Hînbûna Zimanê Piçûk

- Bilûra Kurdî

Hûn dikarin van nivîsan û hin nivîsên din di nava hejmara 9an ya têrtijî de bixwînin.

Kovara Sormeyê; kovareke duzimanî (Kurdî-Erebî) ya çandî û hizirî ye kugiranîyê dide tevdana mijar û arêşeyên kêşedar. Sormey tê çapkirin û weşandin li bajarê Qamişloyê û tê belavkirin li bajar û bajarokên Cizîrê yên Rojavayê Kurdistanê. Sormey her weha daneyeke elektronîk li ser rûpelên xwe yên tora înternetê belav dike.

Kovara Sormeyê di navbera salên 2006-2007an de dest bi weşanê kir, ku wê gavê heft hejmar tenê bi zimanê Erebî hatine weşandin. Wê demê, kovarê giranî dida mijarên çandî, hizirî û wêjeyî û her çar mehan carekê derdiket, paşê ji ber sedemên sîyasî û pêkutîyên Rejîma Beisê û hêzên wê yên ewlekarîyê, weşana Sormeyê rawestîya.

Sormeyê piştî Tîrmeha 2015an dewamî da weşana xwe.

Kovar, kovareke sedrûpelî ye, dest diavêje mijarên celebceleb û di her hejmarê de dosyayeke berfireh a der barê mijar û arêşeyên kêşedar û lezgîn de gengeşe dike.

 Armancên Kovara Sormeyê:

- Sormey balê dikişîne ser mijarên hizirî û çandê, nemaze mijarên kêşedar û bipirsgirêk.

- Sormey xwe wekî hêlîneke azad a boçûnên curbicur dide nasîn.

Kovara Sormeyê tê weşandin ji hêla Sazîya Çarçirayê ya Çandê ve; ku ew jî sazîyeke çandî, serbixwe û neqezenckar e, navenda wê li bajarê Qamişloyê ye. Sazîya Çarçirayê ya Çandê,xwe wekî sazîyeke afirandin û weşandina çandê destnîşan dike û prensîpên xwe li ser hîmên azadîya hizirê û boçûnanava dike. Sazîya Çarçirayê ji van beşan pêk tê: Pirtûkxaneya Çarçirayê ya Giştî, Kovara Sormeyê ya Hizirî û Çandî, Weşanxaneya Çarçirayê û Navenda Geşepêdanê û Çalakîyên Şarwer.