Share |

Helîm Yûsiv: Romana kurdî azadî daye min û min jî temenê xwe daye wê…Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Helîm Yûsiv
Helîm Yûsiv

 

 

Wêjegerê Kurd ê navdar Helîm Yûsiv li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê li sala 1967 an ji dayîk bûye. Nivîskar Helîm Yûsiv li Zanîngeha Helebê beşê hiqûqê bi dawî kiriye.

Heta îro bi dehan berhemên wî wek roman û çîrok çapbûne. Ev berhem bi zimanên Kurdî, Erebî, Almanî, Engilîzî, Farisî, Tirkî..belavbûne. Her weha bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin û bi zimanên cuda cuda. Me wek rojname Evro xwest di vê hevpeyvînê de nivîskar Helîm Yûsiv di cîhana romanên wî de anko di warê derûn û jiyana wî de bi xwendevanên rojnama Evro bidin naskirin. Ji bo naskirina hemû berhemên nivîskar hûn dikarin serlêdana malpera nivîskar www.halimyoussef.com  bikin, ku bi heft zimanan agahiyan li ser nivîskar û berhemên wî belav dike.

 

  •  Birêz Helîm Yûsiv di nava civaka Kurd de ji dema tu derbasî nava cîhana wêjegeriyê bûyî û niha bi dehan berhemên te hene, gelo di vê qonaxê de romana Kurdî çi da te û te çi da romana Kurdî?

 

  •  Romana kurdî hembêzeke germe ji bo rêwîtiyeke demdirêj ya ber bi cîhana afirandinê ve. Meydaneke berfirehe ya tolhildana ji dîrokeke kor û ciyografiyeke xayîn, ji qedexekar, dagîrker û xwelîserên wan ên kurd û ji hezkiriyên tariyê. Ji zarotiyeke bi qiriktaliyê dorpêçkirî, ji ciwaniyeke bê oksejîn û ji jiyaneke bê keskayî û kêf. Roman dikare wê azadiya ku ez herdem jê bêpar bûm bide min. Di derbirînê de ez xwe heta dawî azad û di nav azadiyeke bê sînor de dinîvisînim. Di kêlîkên nîvisandinê de desthilatdarî û kontrol bi hemû cureyên xwe yên civakî, siyasî û exlaqî li ber derî, li derve dimînin. Wisa jî çawa tolhildana ji kujerekî bêhna bavê kurekî ku bi bêbextî hatibe kuştin vedike, Wisa jî nîvisandina romanê bêhna min vedike. Îca çawa ku ew kuştî welatek be, wê gavê bi taybetî nîvisandina bi kurdî dibe mîna rengekî ji rengên heyfhilanînê. Weha jî weku encam mirov keda xwe, hestên xwe, giyan û xwîna xwe, kêfxweşî û xemgîniya xwe, bi yek gotinê mirov hemû temenê xwe dide vê romanê. Li ser xwe ez dikarim bi rehetî vê rastiyê bêjim, ku ez di nav rûpelên romanên xwe de dijîm. Ev roman encama serpêhatiyên min û kesên li derûdora min in. Romana kurdî azadî daye min û min jî temenê xwe daye wê.

 

 

  •  Amûdê yan Rojavayê Kurdistanê di jiyana Helîm Yûsiv de qonaxek bû, derbederî û welatê xerîbiyê qonaxe dine, çi cudahî di navbera van her du qonaxa de heye di romanên Helîm Yûsiv de?

 

 

  •  Zêdeyî sîh salî li bajarê cihê jidayikbûna xwe Amûdê, jiya me. Amûdê ji bo min bi ti awayî nikare bibe qonaxeke derbasbûyî. Bi gotineke din, rola Amûdê, bandora serobî û serpêhatiyên zaroktî û ciwaniyê bingeh û palpişta hemû roman û çîrokên min in. Piştî derketina derveyî welêt têkiliya mina rojane pêre hat guhertin. Li vir tiştekî pir ecêb qewimî, dûrbûn carinan li şûna ku hin serpêhatiyên jiyanê bide jibîrkirin, wan bêhtir zelal dike. Koçberî rê dide ku mirov bi çavekî din li cihê xwe yê yekem binere û binîvisîne. Aliyê neyênî jî ew e ku germayiya giyanî û têkiliya rasterast bi cih re qut dibe û ev yek bi demê re siya sarbûnê davêje ser wê têkiliyê. Li şûna pelandina bi dest û tiliyan mirov neçar dimîne ku ji bîrewerî û bîranînên xwe binîvisîne. Di romanan de cihê ku mirov lê dijî, tu bixwazî nexwazî, bandora xwe li ser kesên romanê bi taybetî û li ser naveroka romanê bi giştî dike. Di hemû pirtûkên min ên piştî sala 2000î de derketine şopa Elmanyayê tê dîtin. Di çar pirtûkên min ên ku li welêt derketibûn de ev şop tune ye.

 

 

  •  Sobarto, Wehşê di hundirê min de, Tirsa bê diran, 99 Morîkên belavbûyî, Firîna bi baskên şikestî, Gava ku masî tî dibin û hwd. di nava van berheman de Helîm Yûsîv heta kîjan astê dijî û bandora wan li ser kesatiya te?

 

  •  Di her romanekê ji van romanên min de perçeyek ji rihê min heye. Hinek ji xwîna min di rehê wan karekterên min re diherike, bi wan re xemgîn bû me, carinan jî giriyame. Bi wan re kêfxweş bû me û carinan bi denegekî bilind keniya me. Ez xwe ji ti karakterên xwe bêrî nakim, lê di heman demê de yek ji wan jî ne ez bi xwe me. Herdem di nav min û wan de navberek, mesafeyek heye. Di wê navberê de hem taybetiya min weku nivîskar û hem jî taybetiyên wan weku karekter têne parastin. Bi Silêman ê kurê şewatên « Sobarto » re hergav dilê min dişewitî. Bi Salarê zarok re di « wehşê di hundirê min de » hercar bi lebitandina lêvên peykerê serokê diktator re vediciniqîm. Bi Mûsa mamosteyê dîrokê re, di « Tirsa bê diran » de li ser rêyan li şopa Sykes û Picot digeriyam. Bi Azad ê wergêr re ku li kolanên Elmanyayê derba kuştinê ji xortikekî nijadperest xwar li morîkên tizbiya wî ya 99 morîk digeriyam. Bi Masî re, di « Gava ku masî tî dibin » de, li mala apê wî li Amedê, gava naskir ku bavê hevalê wî yê di nav destên wî de şehîd ketibû, apê wî ye, qidûmên min jî bi yên wî re şikestin. Li Kobanîyê di « Firîna bi baskên şikestî » de dilê min di nav destên keç û xortên şervan de gava ew bi kolan bi kolan rizgar dikirin, weha jî gava Daiş kete bajêr zavayê bîst rojan Rodî, kesê sereke yê romana min, bi herdu destên xwe agir berdabû kezeba min. Rodî yê ku min berî çûna wî bi çend mehan bi wî û bi herdu xwişkên wî Gulîstan û Cîhan re qehweyeke tal vexwaribû. Ew û Gulîstan çûn û temenekî dirêj ji Cîhan re dixwazim.

Tu dibînî çiqasî ez û karekterên xwe ji hev nêzîkin, lê ewqasî jî ji min dûr in. Xemgîn im ku ew tenê di nav rûpelên romanan de dijîn û niha ne li cem min in.

 

 

  • Gelo, di jiyana te ya rojane de çi li kolanê, çi li civatan û heta di nava malbatê de bandora romanên te nivîsîn li ser te diyar dibe û di heman demê de tu dikarî bibêjî romanên te gihane armanca xwe?

 

 

  •  Eger ez behsa asta şexsî, ya takekesane bikim, dikarim bêjim ku têkiliya min bi nîvisandinê re qedera min guherand. Di temenekî biçûk de bibûm kurmikê pirtûkan û min pirtûk bidû pirtûkê de dixwend, weha jî pir dinîvisand. Wê xwendinê zanîn zêde dikir, zanînê bi xwe re êş zêde dikir. Nizanim çawa min dît ku nîvisandin çareseriya wê êşê ye. Keşfa herî mezin di jiyana min de ew bû, ku min naskir nîvisandin êşê kêm dike. Tu dibînî ji destpêkê ve, meselê ji hundirê min destpêkir û ji bilî kêmkirina êşê û vemirandina şewata hundirê min ti armancên min tunebûn. Nîvisandin jî ji nîvisandinê ferq dike. Ne her nîvisandin dikare wê armanca mirov pêkbîne. Vê dawiyê piştî ku aliyekî din çêbû ku ew jî civake, min dît ez li ber du rêya me û divê ez rêya xwe bi zelalî hilbijêrim. Yan divabû ez weha berdewam bikim, guh bidim dengê hundirê xwe û dûrî kontrola civakê û şertûmercên wê binîvisînim. Yan jî divabû ez dengê hundirê xwe deynim aliyekî û guh bidim civakê û hestiyariyên wê yên olî û siyasî û exlaqî razî bikim. Min zû naskir ku rêyeke sêyem tune ye û di nîvisandinê de mirov nikare hem hundirê xwe û hem civakê razî bike. Min bêdudilî biryar da ku ez li ser rêya xwe ya yekem bimînim û bi vî awayî heta niha berdewam dikim. Bê guman biryareke ne hesan bû û min baca wê jî daye û heta niha didim.

Carinan rasterast bi lêxistinê û bi tehdîdên kuştinê re rû bi rû mame û carinan jî bi êrîşên reşkirinê re ku ji hêla hin kes û derûdorên tarî ve têne birêvebirin.

 

  • Têkilîya di navbera derûna Helîm Yûsiv û romanên wî de bi taybet dema destpêkirina nivîsandina romanê?

 

  •  Her romanek mîna serpêhatiyeke hezkirinê ye, taybetiya xwe bi xwe re tîne. Her romaneke min çîrokeke wê ya taybet heye, ku ji wê çîrokê re destpêkeke cuda heye. Ji ber vê pir zehmete ku mirov behsa rewşa derûniya xwe di dema destpêkirina hemû romanan de bike. Hin roman hene hema hema hemû tevna wê di serê mirov de tê honandin dû re mirov dest bi nîvisandina wê dike. Hin jî hene ku tenê skelet an binyad an pilana wê di serê mirov de zelale û mirov destpêdike. Xala hevbeş di nîvisandina hemû romanan de li cem min ew e ku ya herî dijwar û zehmet di avakirina tevna romanê de destpêke.

 

 

  • Gotina dawî
  • Ji bo te, ji bo EVRO û xwendevanên wê, herwisa ji bo hemû xwendevanên kurdî bi qeflan hezkirina xwe pêşkêşdikim.

 

 

Rojname Evro/hejmara 3192 rûpela 12

21.8.2022