Share |

Helbestên Reyhan Sarhanê ( Hemû Berhem) ji weşanên Belkî derket

Hemû helbestên Reyhan Sarhanê di yek pirtûkê de kom bûne. Sarhana ku ji 2002yan û vir ve bi karê nivîsandina kurdî re mijûl e heta niha sê pirtûkên helbestan çap kirine.

“Dilopek ji ezman” di sala 2006ê de Weşanxaneya Tevnê, “Her yek ji me”, di sala 2011ê de û “Mijdar” jî di sala 2013ê de Weşanxaneya Doyê ew çap kirine.

Sarhanê niha ev her sê pirtûk berhev kirine û Weşanxaneya Belkiyê jî ew bi navê “Hemû Berhem” weşandiye.

Di pirtûkê de helbestên Sarhanê yên di nava salan de û li çendîn bajaran, deveran hatine nivîsîn, hene.

Sarhan weke helbestvaneke jin, li ser “evîna welat û ya axê”, "evîndarî", "xweza", “têkoşîn”, “berxwedarî”, “bêrîkirin”, êş û elemên civaka ku tê de dijî, hêvî û bendewariyên xwe nivîsandiye.

Di heman wextê de di pirtûkê de mirov pê dihese ku bê ka hest, raman û rengê afirandina Sarhanê ji sala 2002yan heta niha çawa guherîne û bandoreke çawa li helbestên wê kirine û bajarên ku lê geriyaye, rengekî çawa daye helbestên wê.

 

Derbarê Reyhan Sarhanê de

Di sala 1981ê de li Êlihê ji dêya xwe bûye. Di sala 1992yê de tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Ji ber sedemên koçberiyê neçû dibistanê, lê belê wê xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê kir û heta lîseyê berdewam kir. Ji sala 2002yan û vir ve bi karê xwendin û nivîsandina kurdî mijûl e. Demeke dirêj di nava xebatên jinan de cih girtiye. Helbestên wê di kovarên weke “W”, “Çîrûsk”, “Tîroj” de hatine weşandin. Nûçe û nivîsên wê jî di rojanemaya “Azadiya Welat”, “Rojeva Welat” û “Neweya Jin” de hatine weşandin.

Bianet(FD)