Share |

Helbest bêyî Arjen Arî sêwî man

arjen ari

 

Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

 

Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepe ya Amedê çû ser dilovaniya xwe. Piştî ku wefata Arî hat bihîstin, nivîskar û helbestvanên kurd ber bi nexweşxaneyê ve bi rê ketin. Arjen Arî yê ku di 1’ê nîsana sala 1956’an de li Gundê Çalê ya Omeriyan a Mêrdînê hate dinê, dibistana seretayî ya dibistana navîn li Nisêbînê xwend. Beşa Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê di sala 1979'an de qedand. Di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. Helbestên xwe yên destpêkê, di kovara Tîrêj de di sala 1979’an de weşand. Pirtûka wî ya yekem, Ramûsana Min Veşartin li Geliyekî, ji aliyê Weşanên Avesta ve di sala 1999’an de hat weşandin.

 

Gelek berhemên wî hene

 

Berhemên wî yên wekî; Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê hene. Helbestên Arî, di kovar û rojnameyên cur bi cur de hatin weşandin. Arî yê ku mala wî li Amedê bû, bavê 4 zarokan e..

 

Xangul Ozbey-  rudaw