Share |

Helbestevanê Kurd Xelîl Sasonî Koça Dawî Kir

Roja yekşembê 3-12-2017 li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê helbestevanê klasîk ê Kurd Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Xelîl Sasonî helbestevan û mafnasê Kurd ji malbateke welatparêz e ku sala 1944ê li Qamişlo hatiye jiyanê û bi dehên salan di ber ziman û wêjeya Kurdî de xebitiye û destnivîsên giranbuha ji pirtûkxaneya Kurdî re amade kirine, herwiha çend xelatên afirandinê wergirtine.