Share |

Helbestvanê Kurd AbdulKadir Musa (helbesta kurdî di asta helbesta cîhanî de ye)

Hevpeyvîn : Hozan Emîn

Abdulkadir Musa di sala 1969 li bajarê Amûdê ( Rojavayî Kurdistanê ) ji dayik bû ye, û beşê Ziman û toreya Firensî li Zanîngeha Helebê xwendiye .

Ji dawiya sala 1995 li Almaniya Dijî û niha li Berlîn dijî, dibistana bilind ya Alice-Salomon schule – Berlîn beşê Karê civakî û perewerdeyê dixwîne û li ser guncandina Kurda di civaka Almanî de têza xwe amade dike.

bi helbest nivîs û wergerandinê re mijûl dibe Berhemek wî hatiye çapkirin , û helbetsên wî ji bo zimanê Almanî, fransî û Ispanî hatine wergerandin û di kovar û rojnameyên cûr be cûr de hatine belakirin. Bi spasî derfet da me û xwe û berhem û ezmûneya xwe bi xwendevanên rojnama WAR re parvekir .

 

-          Çi bendora li ser te çê bû , ku te helbest  nivîsandin ?

 

Helbest min dinivîs e , bi destê min digr e û dibêje fermo giyanê xwe yê westiyayî û bi xirecir li ser rûpela min ya sipî bi hêminî paldîne.

Xêzkên jiyana xwe ya pir êş bikêş e û xwe weke wêneyekî ku dilê te dixwaze bide der..

Heger helbest neba wê giyanê helbestkarekî çawa ba gelo?!

 

-          Tu bendora koçberiyê bi erênî dinirxîne li ser ezmûna te ya helbestê li derve?

 

Koçberiyê bandoreke du alî li ezmûna min kir.

1- asoyekî nuh li ber min vekir ku ez ne tenêbi du an sê zimanan xwe ji xwendevanên xwe re pêşkêş bikim belam bi pir zimanan û rê li ber danasîna berhem û ezmûna min vekir û her wiha rê li ber diyaloga helbesta min bi helbesta biyanî re vekir di riya wergerê re

2- mercên koçberiyê yê zor bûn asteng li ber nivîsê ji ber girêdana bi erkên rojane ve û zora têkiliya bi xwendevanên welat re û têkiliya yekser bi ezmûneyên din re yên li welat.

 

-          Em dinerin tu li gel rewşenbîrên Elman hin şeva li dar dixe?

 

Raste, ez di pir çalakî û şevên helbesta Almanî de tême xuyakirin ev jî rewşeke asayîye. Ez li Almaniya dijîm û pêwiste ji bo berdewamiya pêvajoya helbesta min ku ez li gel nivîskar û helbestkarê Alam jî bi guncim, ta ku helbesta kurdî û a Almanî sûdê ji hev bigrin û di reya çalakiyên helbestê re helbesta kurdî jî bikaribe weke helbesta kêm netewên din cihê xwe di nava wê toreyê de bigre.

 

Ê çima  tu nediyare  bi helbestvanên kurd re di Festîvalên wan de   gelo?

 

Ez ne hewqas dûrî helbestvanên kurdî me bo nimûne komeke me ya lidarxistina şevên helbestê jî heye.

Lê raste ez hinekî dûrî wan çalakiya me ji ber bi nerîna min ew festîval di bin bendora çend kesan de mane û di xeleka xwe ya teng de digerin, û ez karim bêjim ew çalakî ne ji dûr ne ji nêzîk têkiliya wê bi helbesta kurdî re tune!? ji ber (helbest) li wir kêm e û stranbêjek ji 10 helbestvanan bêhtir dirêj distirê !!

bi ya min ez ne dûrî kurdan me ji ber ez nêzîkî toreya kurdî me bi vî şeweyê xebata xwe ya toreyî dikim.

 

- Çend berhemên te hene  ?

Mixabin tenê yek berhema min ya çapkirî heye , bi navê ” Çengên Te … Ez bi fire… xistim” di sala 2007an bi sipasî ji hêla dezgeha Sema ya rewşenbîrî hatiye çapkirin..

Û 5 berhemên min yê ku amadene ji bo çapê hene ew jî ji dîwaneke bi zimanê Erebî ye û çend wergeran bo zimanê Firensî, Almanî û Ispapî ye, û li weşanxanayekî digerin!?

 

-          Tu rewşa Helbesta Kurdî di çi astê de dinirxîne ?

 

Helbesta kurdî encama rewşenbîriyeke têkele , her çawa paxşane ya helbestvanê kurd ji rewşenbîriyeke têkel pêk tê her wiha helbesta wî jî encama xwendina pir zimana ye , xwezayî ye ku helbestvanê kurd bi kêmanî du zimana dizane ji ber vê jî helbesta wî berhema pêşkeftin û ezmûnên - bi kêmanî – du zimana ye .
bi min helbesta kurdî di asta helbesta cîhanî de ye , lê derfetê danasîna wê pir kêmin.

Ne dûre ku helbesta kurdî li çira helbesta cîhanî jî xe , tenê ku xwedî lêderketin hebe.

 

-          Tu wergerê jî dike ji zimanê Elmanî û erebî bo kurdî û beruvajî  ?

 

Belê  Lê weke wergêr bi mijara toreyê ve girêdayî ta niha min ji Erebî bi qasî berhemekê helbestên helbestvanê Ereb Mahmûd derwîş wegerandine bo zimanê kurdî û min helbestên xwe bi alikarîya xanim a Alman ya helbestvan Stefenie Obieglo wergerandine Almanî û min helbestên S Obieglo û helbestavana alman Janine Freitag wergerandine kurdî.

 

- Wek me bihîstiye Keça te jî helbestan bi zimanê Almanî dinivîse ?

 

Belê raste , û me çalakî jî pêkve li darxistine , berî demakê ne dûr, ez û helbestvan Nezîr melle û keça min Jîn ya 10 salî , li gel du wergerên biyanî weke xanim Barbara Markeret û xanim Skurte Smajlji û bi alîkariya muzikjena Alman Frauke Sonnburg û mûzikjenên kurd Bengî Agirî û Ronî jojo şevên helbastan yên pir zimanî lidardixin, û her wiha min helbestên wê bi alîkariya helbestvan Selîm biçûk wergerandine kurdî.

 

-          Xebat û pîlanên we yên pêşerojê çine, gelo hûn nafikirin berhemek xwe ya din jî çap bikin Yan imkan tune ye ?

  

Belê emê di Avdara 2013 de hefteyek çalakiyan li bajarê La roch sur yun ê Fransî li ser ezmûna xwe weke helbestavanekî diyaspora li dardixim.

û ev demeke ku ez li weşanxaneyekê digerim ta ku ez wan pirtûkên xwe çap bikim lê mixabin min ew piştgirî ji wan weşanxana nedî?

Û hêvîdarim ku weşanxeneyên kurdî bêhtir xwedî li helbestê derkevin.  

 

 

 

Rojnam WAR