Share |

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn

Ji bo 38’êmîn salvegera bîranîna helbestvan û wêjekarê kurd Cegerxwîn li Amedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de kesên ku ked didin zimanê kurdî hat xelatkirin.

 Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Kovara Destarê û Enstûtiya Kurdî ya Amedê, di salvegera mirina wî ya 38’emîn de helbestvan û wêjekarên kurd Cegerxwîn bibîr anîn. Biranîn li Eywana Dewetê ya Ayaz Eleganceyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê hat lidarxistin.