Share |

Helbestvanê Kurd Mehmûd Sebirî çû ser dilovaniya xwedê

 

 

Roja Sêşemî 18 -temûzê Mehmûd Sebirî nivîskar û helbestvanê Kurd û yek ji avakerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bibû endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, lê di demên dawiya jiyaba xwe de kesayetekî serbixwe bû û li bajarê Hisicê ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.

 

Jiyannameya Mehmûd Sebrî 1937-2023

 

Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bi devera Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

 

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, li sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zankoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.

 

Berhemên Mehmûd Sebrî yên kurdî û çapbûyî ev in:

 

1- dîwana (nîgarên kul û derdên jiyanê).

 

2- dîwana (doza giran) beşê yekem.

 

3- Dîwana (doza giran) beşê duwem.

 

4- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê yekem.

 

5- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê duwem

 

6- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.

 

7- Hin hest û ramanên netewî û civakî.

 

8- Nasnameya Kurdî li Sûrya.

Mehmûd Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.

 

Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya democrat a kurdistana Sûriyê bûye.

 

Her wisa yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).

 

Li 18.07.2023 li bajarê Hisiçe- Rojavayê Kurdistanê di jiyê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

 

Qamişlo 19.07.2023

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya