Share |

Helbestvanê Kurd "Tîrêj" li Qamişlo hate bi bîranîn

 Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê duh şemiyê bi helkefta roja kockirina helbestnavê Kurd Tîrêj li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji nivîsakan, wêjevanan, çalakvanan û nûnerên Partiyên Kurd semînereke wêje`yê lidarxist.

Serokê Yekîtiya nivîskaran Delewer Zengî li şahiya ku di hola konfiransan a Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê birêve çû gotarek pêşkêş kir,, di gotara xwe de, di serî de bi xêrhatina mêvanan kir, her wiha  di bibîranîna 12`emîn a kockirina helbestvanê Kurd Tîrêj de derbarê berhemên wî û jiyana wî de axivî, pişt re hejmarek ji helbestan hatin pêşkêş kirin û hejmarek ji helbestvana jî hatin xelat kirin.

Helbestavanê Kurd Mela Nayîf Heso yê bi Tîrêj tê nas kirin, yek ji helbestvanên kilasîk a Helbesta Kurdî ne li Rojavayê Kurdistanê, di helbestên xwe de xwuzayê Kurdistanê û qehremaniyên Gelê Kurd anîn ziman, ew di sala 1923`ê li yeke ji gundên ser bi Qamişlo `yê ve ne hatina dinê, rêhevlatiya helbestavanên mezin a Kurd Cîgerxûn kir û gelekî ket bin bandora helbestên wî, bi tev wêjevanên Kurd Osman Sabirî, Reşîdê Kurd û helbestvan Qedrî Can beşdarî komela Xoyîbûn bû, piştî ku gelek berhem li pey xwe hêştin weku ( Dîwana Xelat 1989, Zozan 1990, Cudî 1998 û pirtûkek derbarê filklora Kurdî bi navnîşa Serpêhatiya Kurda ku di sala 1992`an de hate belav kirin) li bajarê Hesekê di roja 23 / 3  / 2002 rêwîtiya xwe a dawî kir û ji nav me koc kir.

 

PUKmedia / Îbrahîm Xelîl / Qamişlo