Share |

Helbestvan : Edith Södergran werger ji Elmanî : Tengezar Marînî

Edith Irene Södergran :  Finlandî û Swêdî
Edith Irene Södergran : Finlandî û Swêdî

Stêr

Dema ku şev tê

Li ser pêlêkan radiwestim, guhdar dikim

Stêr li bexçe kom dibin

Ez li nav tariyê radiwestim

Guhdar dikim, stêrek kete xwarê, bi deng!

Pêxwas nede nav giyayî;

Bexçeyê min mişte ji parçeyên şikestî

 

Piyade

Ez neçar mam ku ji pergala rojê derbas bibim,

Berîya ku min tayê yekem ji kirasê dîtibe.

Jixwe ez xwe texmîn dikim.

Li cîhekî vê cîhana boşahiyê, dilê min daleqandiye

Çirûsk xwe jê hildiperikînin, ba dihejînin,

ji vir heyanî dilên din ên sînornenas.

 

 ***

 

Ez ne mê me, ez ne-ev û ew im

Tu li kûlîkekê geriyabûyî

û te meywe dît,

tu li kaniyekê geriyabûyî,

tu pêrgî deryayekê dît

tu li mêyekê geriyabûyî

te giyanek dît

çarenivîsa te  poşmanî

 

(Tengezar Marînî ) Werger tim li ser qurbandayînê ye; lê nabe tiştên girîng werin piştguhkirin. Ev helbest ji Elmanî hatine wergerandin.

Edith Irene Södergran :   di 4. Nîsanê, 1892 li Sankt Petersburgê ji dayîk bû; û di 24. Hezêranê 1923 li Raivola/Karelien çû ber dilovaniya xwedê) nivîskar û helbestvanek e, Finlandî û Swêdî dihate naskirin û yekem helbesta xwe bi elmanî nivîsî bû. Mixabin di 31 saliya xwe de wexer kir.