Share |

Helbestvan Ferhad Içmo xelata Mehrecana Helbesta Kurdî girt

 

Mehrecana Helbesta Kurdî li welêt îsal ne di 28ê cotmehê de li dar ket, belê ji ber sedemên ewlekarî di 02.11.2012an li Dêrka Hemko û bi amadebûna cemawerek mezin û gelek helbestvanan li dar ket.

 

Mehrecanê îsal helbestvanê kurd Frehad Içmo xelat kir wexta xelata îsal a Mehrecanê diyarî wî kir.

 

Piştî Içmo xelat girt ji cemaweran re got: helbesta baş ew e ya ku hîna nehatiye nivîsandin, amadebûna min li vir û dîtina we û guhdariya li helbesta we ji bo min xelata mezin bû, xelata we dê bibe sedema ku ez li helbesta xwe vegerim û helbesta baştir binivîsim.

 

Mehrecana Helbesta kurdî ji sala 1993an ve li welêt li dar dike û di bin navê Cigerxwînê nemir de li dar dikeve.

 

Mediakurd

 

www.mediakurd.com