Share |

Helbestvan Kemal Necim " pirek ji helbestvanan di bin sîwana hinek têgehên şaş de dest avêtin nûjeniyê"

Kemal necim û herdû berhemên xwe

 

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Ji başûr rojavayê Kurdistanê bajarokê Girkê Legê ye di slal 1970 ji dayikbûye.

Berhevoka xwe ya yekemîn bi navê (KEZÎZER) li Bêrûtê ji weşanxaneya AMERDA sala 2002 an de weşand. Berhevoka wî ya diwemîn bi navê (Bîstikek Guneh) di tîrmeha 2006 de li Şamê hate weşandin.

Me delîve dît em li ser nivîskarî û hebestên wî çend pirsan pêre parvebikin, û bi sipasîbersiva me de .

 

-      Di destpêkê de Bi  çend peyvan be jî, Kemal Necim xwe çilo dide nasîn ?

-         Li girkêlegê çêbûm, li wir mezinbûm, di 20 saliya xwe de li pey şopa azadî, welat û şoreşê ji gund derketim. navê min yê rastî Necim e, Kemal jî navê min yê pêvajoya têkoşîna siyasî û şoreşgeriyê bû, çaxê ku min helbestên xwe yên pêşî  weşandin min dît ku temenê min dinav herdû navan de hatiye parvekirin, herdû temen jî yên min bûn û herdû nav jî, wisa navê min bû Kemal Necim, û ez mam bê paşnav....!

-          Ti li ku ye !  pêjna te ji zûde nayê di nav qada edebiyatê?

-         Ez niha li girkêlegê me, temenê xwe yê sêyemîn diajom, sê zarokên min û du berhevokên helbestan hene. Wekî dî bêmal û bêkar im.

Lê li ser pirsa ku pêjna min nayê di nav qada edebiyatê de?

Van çend salên dawî, ji hêla rejîma vî welatî çewisandineke mezin hebû li ser Kurdan, vê rewşê bandora xwe li qada çand û toreyê jî kiribû, ji ber vê jî tenê qadek li pêşiya me mabû ewjî malperên internet ê bûn. Min car caran helbestên xwe li wir diweşandin. Lê bi rastî jî pêjna min nayê, ez ticarî beşdarî mihrîcana helbesta kurdî nebûm ku salane li vir lidardikeve. Min ti şevbuhêrkên helbestê jî çênekirin, tevî ku carna komên çandî û rewşanbîrî yên herêmî ez vexendibûm jî, ji ber ku li vir çanda guhdarkirina helbestê tuneye. Ew çand heye ku tu herê şevbuhêrekê û çend helbestên xwe ji bîst sih camêrî re bixwînî û paşê li şûna xwe rûnê û guhdarî nirxandin û rexneyên wan bikî. Li vir ji mafê herkesî ye ku helbestê binirxîne û rexne bike.

 

-      Te kengî dest avêt karê nivîsînê, û fekterên serkî çibûn ?

-         Min di nîvê salên notî de bi helbestê dest bi nivîsê kir. Ji bilî do yan sê helbestên min yên destpêkê ku niha li ba min tunene û nayên bîra min jî, ji bilî wan, tişta min nivîsî min weşand û tişta hatî weşandin min ew di berhevoka xwe (Kezîzer) û paşê jî di berhevoka (Bîstikek Guneh) de berhev kirin û çap kirin. Roja îro di tûrikê min de ji bilî 10 helbestan tuneye, ewjî di malparan de hatine weşandin, ew 10 helbest derbirîna min a 5 salan e.....!

 

-          Te çima helbest hilbijart , ji nav meydana dahênanê ?

-         Çima helbest, ez vê nizanim, û nizanim bêjim ku min ew nehilbijart wê ez hilbijartim û helbastê çi bi serê min kir û çi nekir. Ya rastî çaxê min destp bi nvîsandina helbestê kir min jibilî wê nizanîbû, ji xwe paşzemîna min a çand û toreya kurmancî wê çaxê tenê helbest bû.

-          Tê zanîn ti helbesta nûjen dinivîse, asta wê wê di çi radeyê de ye ?

-         Asta helbesta min, lê asta helbesa nûjen..?

-          Herdû..

-         Ez jî dinav de, niha li vê deverê gelek hewildanên wêrek hene ku di baweriya min de wan ta radeyekê helbesta kurmancî ya nûjen bi pergal kirine. Di destpêkê de hinek arîşe, pirsgirêk  û çewtî hebûn di derbirîna helbesta nûjen de, ku pirek ji helbestvanan di bin sîwana hinek têgehên şaş de dest avêtin nûjeniyê, ji wan têgehan yek jê ewbû ku nûjenî tenê di awa û şêweya nvîsê de didîtin, ango çi helbesta bê kêşe û bê terazû be ew nûjen e. Û di encamê de gelek ezmûnên qels rûdan û gelek rêzik û malik û peyvên bê wate, bi navê helbestê, ketin pirtûkxaneya kurdî de. Ev rûdan hêjî heye û berdewame, lê li kêleka wê wekî min got gelek dengên hêjayî xwendin û nirxandinê hene û karîne ta radeyeke bilind bibin binyada nûjeniyê û asoyên fereh li ber afrandin û derbirîna wê vekin.

 

-          Ev çend sale me çi berhemên te nedîtine, çima gelo ?

-         Raste, ji xwe min gotibû ku di 5 salan de min tenê 10 helbest nivîsandin, lê min çav lêye ku ta dawiya vê salê tiştekî binivîsim, û heye ku berhemeke nû biweşînim.

-          Ez behwerim pirsgirêka çap û belavirinê li def we mezine, gelo ji ber nebûna imkanên aborî ne yan nebûna dezgeh û weşanxana ne ?

-         Ji xwe ew pirsgirêk heye û darîçav e, lê sedemên wê jî hene. Li vî welatî kurdî qedexe ye, axaftin û nivîsîna bi zimanê kurdî qedexe ye, avakirina dezgeheke weşanê û çapkirin û belavkirina berhemên kurdî dikare bibe sedema girtin, işkence û carna mirinê jî. Di rewşeke weha de bi dehan berhem û destnivîs neçapkirî dimînin, rewşa abûrî jî rê nade ku yê nivîskar bixwaze berhema xwe bi serê xwe çap bike.  hinek weşanxaneyên kurdî li bakur û başûr vebûne, ew jî hemû caran berhemên me ji dest me nagirin,  wan çavên xwe berdane çend navên naskirî, xwiyaye ku pîvanên wan yên weşanê di bin barê sûda bazirganî, û têkiliyên dost û biratî, û carna jî siyaset û partîtiyê de asê mane.

-          Hûn di nava şoreşê de ne, û em behna azadiyê ji wî perçî ji xaka welat dikin, li gora we rewşa rojavyê welêt ber bi ku de ye ?

 

-         Rewşa rojava bi ya sûrî bi giştî ve girêdayî ye, em her hewl didin ku parçek ji vê şoreşê bin, dibe ku awayên me yên têkoşîna  ruxandina rejîmê ne mîna yên hrêmên din yên welêt bin, ji ber çawebe jî kolana Kurdî hinekî bi rêxistin e. û ji mafê meye ku em bi awayên xwe vê têkoşînê birêve bibn, ji ber vêjî neha kurd dikin ku destên rejîmê ji ser herêmên xwe rakin bêyî ku têkevin şer û pevçûnan. Kes nizane ev rewş ta kengî berdewam bikê lê her çawebe jî gelê sûrî kete rêya azadiyê ya bê veger û ew nema jê vedigerê.

 

Rojnama WAR