Share |

Helbestvan Kurd Mûsa Zaxuranî li Hewlêrê koça dawî kir.

Helbestvan Kurd Mûsa Zaxuranî
Helbestvan Kurd Mûsa Zaxuranî

Helbestvan û sîyastvan  ji Rojavayê Kurdistanê Mûsa Zaxuranî roja seşembê 19.12.2023an ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê di temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

Mûsa Zaxoranî ji daykbûyê sala 1955an li gundê Letîfiyê yê ser bi Bajarê Qamişlo ve . Ji ciwaniya xwe ve jî dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û 3 dîwanên helbestê çapkirine.

Zaxuranî, sala 1973yan de bawernameya amadeyî wergirtîye û ji sala 1969an ve gelek helbestên bi zimanê Erebî û Kurdî nivîsîne. berhemên wî di gelek rojname û kovarên Kurdî de belav bûne

 Helbestvanê Kurd Zaxoranî di sala 1986an de, di xwepêşandana li Şamê ya li dijî biryara qedexekirina cejna Newrozê de bû. Û herweha di sala 2011an bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê bûye gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin û eşkence kirin.

Bi vê koçkirna xemgîn ya Helbestvan û tekoşerê kurd em bi bi navê Dezgeha Sema ya çandî û hunerî sersaxiyê ji malbat û tevayî rewşenbîrê kurd dikın û heviya sebir û hadanê ji wan re dixwzin .

Helbestvan Mûsa Zaxuranî dostek hêja yê dezgeha me bû û me çend caran şevên helbest xwendinê beriya ku nexweş bikeve jêre li darxistibûn. Bi koçkirina wî peyv û wêjeya Kurdî pênûseke xurt ji dest da û wê bi bîranîn û helbest û tevgera xwe bo pirsa kurd bîmîne di hişê gelê Kurd de.

Dezgeha Sema Kurd ya çandî û hunerî

 

Hewlêr