Share |

HEMZA…. LEHSEN 3AYÎ

Şehîd Hemza alextîb

 

 

 

Hemza … ey terhikê Sibehê

Di gundê welat de

Tu kete dergoşa xwe de

Leymonekê Çiza dike

Seyranê dimije  

Bilind tu bi çûkan re dileyize

Dibeze … diweste

Fêr dib

Şaş dibe … durust dibe 

Dilê teyî kêfxweş

Hêviyan derdike  

Rehên zarokitiya te

Di jiyanê de qurm berdane

 Çi xweşe ku tu êvarê vegere malê

Siruda Mama dibêje

Bi teve tê û pariyekî nan di destê wê de  

Tijî bînxweşiya dayika ye 

Destê te di ê wê deye

Pêwendî radixe

Ji çavên xwe şîretan dibarîne  

Mîna  Kevokeke bilez

Li Asîman

Bo dekên gurên yên li erdên tî 

Qewitiyan li Çêlîkên xwe dike

Gur mezin dibin

Qîlên şêr di wan de mezin dibe

Pirça xwe di perên gunahên xwe de vedizilîne

Da ku bi ser zarokan keve 

Hemaza xaka teyî bêhiş sor bû

Û tiştên di hundirê xwede givaşt

Xwîna bêguneh

Guran şaxên  xuyayî  û veşartî revandin 

Di navbira derguşê û gore de

Razê hemza

Qet tu namire

Di gundê welat de tê bijî

Û wê xak guran ji nava xwe bavêje

Piştî ku pirça wanî genî  rahêle

 

Wrgerandin: zagros osman