Share |

Hesen Şerîf bi helkefta Newrozê berhemeke nû belav kir

Hesen Şerîf
Hesen Şerîf

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf bi helkefta Cejna Newrozê berhemeke şad a nû bi navê 'Her Wanê' belav kir.

Ev berhema nû ji gotin û awazên Hesen Şerîf bi xwe ne û Rênas Mîran di awazdîna stranê de alîkariya Hesen Şerîf kiriye.

Vîdyoklîpa stranê di nav xwezaya Başûrê Kurdistanê de hatiye tomarkirin, Sîpan Adil derhêneriya klîpê kiriye û ev berheme di kanala YouTube ya hunermend Hesen Şerîf de hatiye belavkirin.

Hesen Şerîf sala 1969an li gundê Kêste li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, ji temenê 11 saliyê ve fêrî jenîna amûra sazê bûye, di 1985an de yekem berhema xwe bi navê 'Tembûra Min' û di 1986 de berhemeke din bi navê 'Baran Barî' belav kiriye.

 

Hesen Şerîf di temenê 17 saliyê de peywednî bi bizava rizgarîxwaza gelê Kurd kiriye, di sala 1995 de ji Kurdistanê ber bi Ewropayê ve koç kiriye û li Swêdê akincî bûye û paşê vegeriyaye Kurdistanê. Ew hunermendê Kurd xwedî zêdetirî 10 albûm û çendîn vîdyoklîpan e.

 

Hesen Şerîf tevî 12 hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî di du berhemên semfonî û koralê yên bi navê Pêşmerge û Şingal de jî kiriye ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatine berhemanîn.

 

Hewlêr (Rûdaw)