Share |

Hevpeyvîn bi Hunermendê navdar Delîl dîlanar re.

(hunermendek nikaribe konsertekê bi sere xwe çêke hêza xwe winda dike)

 

 

Hevpeyvîn : Hozan Emîn-Hunermend Delîl Dîlanar naveke xuya ye di nava meydana Hunera Kurdî de, û di van çend salên dawî de stêrka wî geş bûye , û bi taybetî di ware strana kilasîk de û di hunera dengbêjiyê de ,

gelekî deng da ye, Dîlanar di vî biwarî de gelek pêş ket ji ber ji binemaleke dengbêje û biraziyê dengbêj Husênê Moşî ye Loma di bin bendora hunera wan kesan de, xwe pêş xist û giha asteke bilind , ji herêma Serhedê ye , li istanbolê di navenda çanda Mozobotamiya kar kirye , û paşê  berê xwe da jiyana derbideriyê û xerîbiyê û li Almaniya bi cîh buye û di nava Koma Berxwedan û di ROJ TV de bername û hûnera xwe pêşkêş kirye .

Hunermend Dîlanar xwedî taybetiyek hunerî cawaze û bi dengê xweyî xweş û hunera xwe, dixwaze zengîniya hunera kurdî dewlemendtir bike û nasnama wê ya kevnar û netewî biparêze.

Ji ber encamdana çend karên hunerî, li Bajarê Dihokê em lê rast hatin û ji bo rojnama War bi vî awayî axivî.

Li ser hatina xwe ya Kurdistanê û karên ku pê rabuyê axivî û got ?

Ev çar pênc car ez hatime herêma Kurdistanê, û ji ber helkeftên cuda ez hatime vexwendin, vê care jî ez bi taybetî ez hatim ji bo Festîvala rewşenbîrî li devera Soran bi helkefta roja rojnamegeraya Kurdî, min beşdarî tede kir û di ahenga vekirin û girtina Festîvalê de min stran gotin, û niha jî ez li Dihokê me ji bo konsertekê ji pêşmergê Zêrevanî re , her weha bernama min berdewam e, û hin kar li pêşiya min mane .

Di derbarê ferq û cawaziya her carê ku tê Herêma Kurdistanê jî got "Kurdistan her car ji carê ferq dibe û pêşde diçe, cara dawî ez hatibûm berî sê salan bû, wê demê jî ez geriyam , lê niha gelek xweştir buye , nemaze Hewlêr gelek mezin buye û ne di bewarê avedaniyê tenê, di gelek waran de bala mirovan dikşîne.

Li ser kar û xebatên xwe , û pêkanîna konsertan li gelek deverên ji Ewrupa heya Emerîka. got belê raste ez tevlî şevên rêxistanan jî dibim û ez bi sere xwe jî konsêrtên taybet çêdikim, her du salan carekê ji ewrupa heya Emerîka, ez bi xwe dixwazim bi cemawer re rû bi rû bibim, ( konsertên Solo) pêk bînim .

Me pirs kir çima tu hez ji konsertên taybet dike, û tu dixwaze bi tena xwe be ,berseva me weha da , wê demê mere hêza xwe nas dike , hege hunermendek nikaribe konsertekê bi sere xwe çêke hêza xwe winda dike, li gel ku cemawerê te tê pêşberî te, ew kesên hatine tu dizane ji bo te hatine û hezkiryê te ne , ji bilî gelek tiştên din ên teknîkî, ez gelek carî beşdarî konsertên giştî jî bûme , û bi dehan hunermed jî tede amade dibûn û bi sed hezaran xelk jî tênê, lê mirov zane ku her kes guhdariya mere nake .

Em hatin ser filklora kurdî ya ku bi wê deng daye û nexasim bi strana (Delêl û Edûlê) gelo hunermend hege filklora xwe nas neke dikare pêşkeve?

Bersiva me bi vî awayî da , hunermend hene pop mozîk jî çedikin dikarin pirofisyonal jî çêkin ew tiştekî dine, lê a girîng ji bo min ku min xwest ez bikim ew bû ku ez kultura xwe ya Kevin biparêzim , ji ber bi rastî gelek tiştên me ber bi windabûnê diçûn, loma lazim bû mirov civaka xwe nas bike û wan nakokiya gişa zanibe heya ku mere karibe karekî dengbêjiyê bike, gelek kes dikarin bibêjin û xerab jî bikin di bin nave modernîzmê de.

Dîroka me kultura me wêjeya me , di nava wan kilaman de hatine parastin û veşartin, heta zimanê me yê kurdî yê resen jî di wir de hatiye veşartin û ew maye mîras ji mere , loma ez mirovekim li ser muzîka kurdî dixebitim lazime ez wan tiştan zanibim û li ser lêkolîn bikim û bijenînim, ev jî vedigere ku ez ji malbateke dengbêjim û wek berpirsiyarî li ser milê xwe dibînim ku ez wan kilasîkan û hunera wan dengbêjan û kilamên wan bi nifşên genc re bidim guhdarî kirin û hezkirin, bê guman ev karekî metirsîdare û geleka wê demê digote min , tu xorte û tu dikare mozîka pope  çêke a rokê çêke , wê hezkiryê te pir bin tê dewlemend bibî û navdar bibî, lê min ew nepejirand û min berê xwe da Kevin û min xwest ez vejînim.

Tu di hunera xwe de hunerek kilasîk pêşkêş dike lê gelek astromentên nujen jî tu bikar tîne mebesta te jê çiye?

Bele raste ez bi zanebûn vêna dikim ji bo ku ez bi nifşên nû bidim hez kirin, min piyano û keman bi kar anîye, lê tim min xwest ku ez orocînala strana kurdî ji parastîye, stranên (Serayê) lazime ruhê wê xerab nebem û gelekî bi hosteyî min ev kar kirye ku ez wan taybetmendiyan biparêzim tevî ku min hin astronometên rojhilatî jî bi kar anîye, bê guman anistroment mîna kemanê ne kurdî ye lê muzîkjenek wek Dilşad kare ruhê kurdî bijenîne .

Li ser anstromentên ku lê dixe, ji mere got ku ew li tenbûrê dixe li navenda çanda mezobotamiya li istenbolê fêr bûye, û her weha li Mosko fêrî balebanê bûye li def Egîdê Cimo , û bi xwe hîmî Bilûrê bûye , û Gîtar jî li Ewrupa hîm bûye, û hin aletên dî jî zane lê ne wek wan bi hosatyî, û got ku di albomê xwe de jî ez bi xwe li wan aletan didim .

Di berdewamiya axiftina xwe de hunermend Delîl :got ku hege mirov hez neke û xwe newestîne mere nikare ewqas aletan fêr bibe û Li ser xebatên xwe yê taybetî û amadekirina Albomeke nû got ku ew li mala xwe li Almaniya û li Stodyo ya xwe karê xwe berdewam dike, û li ser berhevkirina erşîfekê ji dengbêjên kurd re kar dike û ev kar  wek karekî serekî dizanem ku ew muzîka gelerî ya kurdî diparêze, û dixwaze kurd jî wek miletên din bi muzîka xwe werin naskirin , ew taybetî jî di muzîka dengbêjiyê de heye, û cuda ye ji hemû muzîkên dunya yê.

Û di dawiyê de li ser asta hunerê li herêma kurdistanê axivî û got ku mixabin beramberî van imkanan muzîk û strana kurdî ne li gora tê xwestin û gelek teqlîda strana turkî têde heye, û klîp û peyv û awaz ne di astekê baş de ne, û lazime ji vê azadiyê sûd werbigrin, ne her kes bi sere xwe tiştan çê bike , gereke ji tecrûba welatan fêdê bibînin , û nas bikin ku çawa bername tên çêkirin û stran çawa tên klîp kirin , ev jî karê sazî û dezgehan ne , her weha hunermendên baş jî hene dikarin li hev rûnên û pêşiya tiştên xelet bigrin , û ez hêviya serkeftinê ji her kesî re dixwazim .