Share |

Heyder Omer: Folklora Kurdî Stûna Netewa Kurdî Ye

Heyder Omer - "Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî"
Heyder Omer - "Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî"

Nivîskar û lêkolîner Heyder Omer bi serbora xwe ya dûm û dirêj di warê nîvîsandin û afirnadinê de, pirtûkek nû di derbarî dîroka folklorê kurdî derxist bi navê "Kurtedîroka Wêjeya Folklora Kurdî". Di derbarî wê de Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel nivîskar Heyder Omer kir, ku nuha ew li Elmaniya dijî.

 

Nivîskar Heyder dibêje: Min xwest girîngiyê bidim dîroka wêjeya kurdî û beşekî jê pêşkêşî gelê kurd bikim, û hin xalan ron û zelal bikim.

 

Heyder Omer kî ye?

 

Heyder Omer, di sala 1952'ê li gundê Qizilbaşa, herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayikê bûye.

 

Li gundê Kotana xwendina seretayî, û ya navîn li Bajarê Efrîn, navenda hêrêma Çiyayê Kurmênc bi dawî tîne, û di sala 1970î de lîsê bi dawî dike.

 

Di sala 1974'ê de Lîsansa wêje û zimana erebî ji zanîngeha Helebê wergirt, û di sala 1978an de dîploma zanista perwedeyê ji zanîngeha Şamê wergirt, û di pergala perwerdeyê de wek Mamosteyê wêjê û zimanê erebî li dibistanên parezgeha Heleb kar kir.

 

Di sala 1999'ê neçareyî koçberiyê bû, û li welatê Elmanya bi cih dibe, û karê xwe yê perwerdeyê li dibistanên Elmanî didomîne.

 

Di ber karê xwe re di meydana wêjeya kurdî de dixebite, ku bû endamê desteya sernivîsa kovara PIRS, ya ku li Sûriyê derdikeve, û ya kovara PÊNÛS,ya ku li Elmanya derdiket.

 

Her weha jî dibe serokê desteya kovara PÊL ya ku li Elmaya derdiket. Gelek gotar û lêkolînên rexneya wêje di hersê kovaran, û di hin rojname û kovarên din de û di malperên kurdî de diweşîne.

 

Heyder Omer ji dema xortaniya xwe de dikeve nav qada xebata siyasî û civakî, sala (1969) li gel hin xortên herêma Ҫiyayê Kurmênc, kulûpa (Efrîn) dadimezirîne. Ev kulûp çar salan li Efrînê gelek karên civakî û hunerî dike, lê sala (1974) bi fermana şaliyariya dewleta Sûriyê tê girtin.

 

Heyder Omer ji sala (1974) de bi wêjeya kurdî mujûl dibe.

 

Heyder Omer sala 1993ê li gel hinek wêjevan û helbestvanan vestîvala helbesta kurdî dadimezirîne. Ev vestîval hîn jî sal bi sal tê lidarxistin.

 

Her ji sala (1998) li gel hin nivîsevanên rojavayê Kurdistanê, Xelata Osman Sebrî dadimezirîne, ev xelat ji bo dostên gelê Kurd, yên ji ber Kurdan de xebatên payebilind kirine, tê pêşkêşkirin, heya nuha her sê dostên Kurdan Ismaîl Bêşikcî, û Danyal Mêtîran û Dr. Munzir El-Fedil ev xelat wergirtine.

 

Heyder Omer endamê komela mamostên Kurdistan li Niedersachsen / Elmanya, û endamê komela perwede û zanistan li Elmanya ye.

 

 

Pirtûkên wî yên hatine çapkirin:

 

1-Ehmedê Xanî di dastana helbestî Mem û Zîn de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1991ê.

 

2- Feqî yê Tîran, jiyan, helbest û helbestvanî. Rexne, bi zimanê erebê, sala 1993.

 

3- Di tirzûwê de. Rexne, bi zimanê erebî, sala 1998.

 

4- Piçek ronahî, ji bîranên Edilrezzaq Bedirxan, werger ji kurdî bo erebî, sala 2000î

 

5- Cegerxwînê çîroknivîs. Rexne, bi zimanê kurdî, sala 2003.

 

6- Osman Sebrî, helbestvan û nivîsevan. Rexne, bi zimanê kurdî, çapa yekem, li Berlînê sala 2004, çapa diwem li Silêmaniyê / Kurdistanê sala 2006.

 

7- Ehmedê Xanî, raman û huner. Rexne, sala 2007.

 

8- Vedenga hestan (hunera helbesdtê) sala 2014.

 

 

Luqman Ehmed- Dengê Amrîka