Share |

HRRK pişbirkekê ji bo baştirîn posterên Kobanê dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo çêkirina postera herî baş li ser berxwedana Kobanê pişbirk(berêkanekê) radighîne. Armanca wê piştgiriya hunermend û şêwekaran bi riya pêşderxistina karînêna wan di wêne û peyvan de.

Divê kesên beşdar di temenê 18 salî û jor de bin. Her wiha divê wêneyên wan ji ramanên wan yên taybet bin, û li gorî kualîteya ne zêdetir

ji DPI-300 ji bo meznahiya A2. Postera serkeftî jî wê ji aliyê komîteya serpereştiyar ve, were hilbijartin.

Kesê xwediyê postera serkeftî wê 1000 €  werbigire, tevî çapkirin û weşandinê. Her wiha wê bi riya medyayê jî were ragihandin.

Taybetmendiyên posterê:

Divê bi qiyasa 35 -50 be

Dikarin dîzaynê bi desta, an jî bi kompîterê çêbikn

Divê li ser berxwedana Kobanê be.

Divê sloganên wê bi herdû zimanên Kurdî û Îngilîzî bin.

Cureya wêneyê ya dawîn, divê bi forma PSD-JPEG be

Divê valahî ji bo slogana Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hebe

Mafê çapkirin û weşandinê wê girêdayî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê be

Hemû têkilî li ser va E-mail`ê tên kirin:

Poster.2015@hotmail.com

Ev reklam heya 1`ê meha Êlûnê didome 1/9/2015

Navê siyemîn, cihê lê dijî, hejmara telefonê jî divê bi posterê re werin şandin

Navenda ragihandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê

23/6/2015