Share |

HRRK Salvegera heftêyî ya damezirandina komara Kurdistanê li darxist

 

Roja 23 çile li bajarê Essenê, li Elmanyayê û bi amadebûna hejmareke baş ji kurdên ku li wê herêmê dimînin û bi beşdariya herdu zarokên pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî û Suhêlxanim Qazî, hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê bi panelekê salvegera heftêyî ya komara Kurdistan ku paytexta wê Mehabad bû, pîroz kir. Bernameya rojê bi vî awayî pêkhat; xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdên Kurdistanê û pêre melodiya sirûda neteweyî „Ey reqîb“ hat guhdarîkirin. Birêveberê panelê Helîm Yûsiv rê da endamê komîta birêveber ya HRRK Yûsif Xalidî, ku bi gotineke kurt li ser giringiya komara Kurdistan di dîroka miletê kurd de axivî û bi navê hevgirtina rewşenbîran li Ewrupayê xêrhatina mêvanên beşdar kir ku tev li pîrozkirina vê helkeftina dîrokî ya giring bûne. Kurê pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî behsa dîroka malbata xwe kir, ji demên kevin hetanî bi salên avakirina komarê. Herweha peyva hestiyar ya bavê xwe bibîr anî. Pêşewa berî bidarvekirina xwe ev gotin ji celladan re got:

-Hûnê Mihemedekî bikujin, lê ewê bi hezarên Mihemedan hebin ku wê bidin pey vê dozê.

Wisa keça Pêşewa Suhêlxanim jî behsa têkiliya bavê xwe û diya xwe kir û bal kişand ser helwesta Qazî Mihemed ya di derbarê jinê de, ku dixwest berî her jinê rê li ber jina xwe veke û giringiyeke mezin dida rola jinê, di beşdariya wê ya di qada civakî û siyasî de. Lêkolîner Kakşar Oremar bi berfirehî li ser gelek aliyên Komara Kurdistanê axivî û bi agahdaiyên xwe yên berfireh bersiva gelek pirsên ku di serê beşdaran de diçûn û dihatin, dabû. Di çarçova bernama rojê de kurtefilmekî dokumenter li ser komara Kurdistanê hat nîşandan û rê li ber danûstendinê vebû. Bi beşdariyeke germ ji hêla hemû kesên ku amade bibûn ve civatê sê demjimêran dewamkir. Di dawiyê de birêveberê komcivînê sipasiya hemû mêvan û beşdaran kir, herwisa sipasiya komela Hêlîn kir ku deriyê xwe ji bo pîrozkirina salvegera heftêyî ya komara Kurdistanê ji wan re vekiribû.

Ji hêla xwe ve, em jî sipasiya hemû kesan dikin ewên ku di serkeftina vê komcivînê de bûn xwedî ked.

Komîta ragihandinê ya HRRK

23.01.2016