Share |

Huneremend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî xelata HRRK wergirtin

Huneremend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî  dema wergirtina xelatê
Huneremend Sefqan Orkêş û Mehmûd Berazî dema wergirtina xelatê

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) her sal "Xelata Afirandinê" dide kesên di warê çand û hunera kurdî de kedê didin. HRRK'ê serê salê diyar kiribû ku dê Xelata 2023'yan bidin du hunermendên kurd Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş. Ji bo dayîna xelatê êvara 4'ê nîsanê li bajarê Qamişloyê merasim hat lidar xistin û xelata wan hat dayîn.

 

Hunermend Orkêş di dema girtina xelatê de axaftina sipasiyê kir û got, "Hunera qedexe, hunera bi zor û zehmetiyê, hunera li zindanan heta niha ber xwe daye û heta roja me hatiye. Ev yek ji bo me şanseke e, aliyek de jî barekî giran e. Gere em bikaribin li ser vê hunera resen, a ku bi zehmetî hatiye avakirin em bikaribin gavên xurt biavêjin; ji cîhanê re bêjin em xwediyê strana pêşîn, notaya pêşî, xwediyê awazan, em şer naxwazin, em ji hunerê hez dikin."

Û huneremend Sefkan Omrkêş xelata xwe diyara malbata şehîd Cîger ji bajarê Amûdê kir ku şerê Serê kaniyê de şehîd ketibû.

Piştî xelatdayînê , stranên folklorî û neteweyî hatin pêşkêşkirin.

 

Hêjayî gorinê ye ku Sponsorê xelata afirîneriyê ya HRRKyê ya îsal Dr. Mihemed Elî Ebdî bû û wî jî axaftinek di vê merasîme de kir û got ku “Li gorî 10 salên berê, xebatên çandî yên Kurdî gelekî zêde bûne. Atmosfereke Kurdewarî pêk hatiye. Kesên xelatan werdigirin û xelatan didin her Kurd in.

Û her weha HRRKyê 23 û 24ê Kanûn Pêşîna 2016an 5emîn kongreya xwe li Qamişloyê li dar xist û ji wê rojê heta niha kar û xebatên çand û ziman li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

 

HRRKyê ji sala 2016an ve li Rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyên edebî û rewşenbirî li dar xistine.