Share |

Hunermendê Kurd Mihmed Teyb Taha koça dawî kir.

Hunermendê Kurd Mihmed Teyb Taha
Hunermendê Kurd Mihmed Teyb Taha

Piştî xizmet û xebatek hunerî mezin li dirêjahiya 50 salî ku bi sedan stranên Folklorî û netewî û şoreşgerî û eşq û evînî, roja duşembê 15 tebaxê 2016an Hunemrndê Kurd yê navdar Mihmed Teyb taha li bajarê Bon yê Almaniya koça dawî kir.

M teyb taha li rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrka hemko ji dayik bûye, lê hin jêder dibêjin ku ew li bajarê şernexê yê bakurê kurdistanê jidayik bûye piştî wê malbata wî koçî Dêrikê bûne, Hunemrend M teyb taha Kurdistanî bû û li gelek dever û prçên Kurdistanê geriya ye û bi cîh bûye, Kurdistan bi gund û bajarên xwe her dever mala wî bû û xwe ji wir didît, loma ew li rojava mezin bûye û li wir strana xwe ya yekê sala 1963an de tomar kirye, û piştî xewndina xwe ya amadeyî qedandiye di sala 1968an çûye welatê Lubnanê û li paytexta wê Beyrûdê peymangeha hunerê ciwan xwendiye, û li wir di gel xwendina xwe de, bi hin stranbêj û hunemrendên Kurd Koma Eriz ya hunera Kurdî damezrandine, ku ew kom berfireh bû nêzîkî 75 andamên wê hebû û li gelek şahiya û ahangad beşdar bûye û çand û hunera kurdî pêşkêş kirye, û yek ji wan ahengên nav dar ahenga ku rêxistina UNESCO li darxist di sala 1973an>

Lê piştî ku M teyb taha vedigere Sûriyê di sala 1976 û ji ber kar û çalakiyên wî yê hunerî û netewî li ser destê rêjîma Ba’is ya Sûriyê tê girtin û şeş mehan di zindanê de dimîne, piştî ku derdikeve berê xwe dide Kurdistana başûr û li wir jî li ser destê rêjîma ba’is ya Îraqê vê carê tê girtin û wî surgunî Bexdadê dikin, û ji wir neçar dibe dîsa vegerê rojava û ji wir berê xwe dide welatê xerîbiyê Almaniya û li wir neştecîh dibe û mafê penaberiyê destine heya sala 2005an dîsa ji ber hezkirna wî ji Kurdistanê re berê xwe dide herêma Kurdistanê û li Dihokê bi cîh dibe.

Hêjayî gotine ye ku hunermend M teyb taha yek ji pêşmergê şoreşa Eylolê bû ku li Kurdistana başûr destpêkir û yek ji endamên radiyoya Dengê Kurdistana Îraqê bû û bernamak çandî hunerî her heftê carekê pêşkêş dikir, bi koçkirna wî hunera Kurdî yek ji hunemrndên xweyî mezin winda dike ku li dirêjahiya salên hunera xwe nêzî 200 stran bi gotin û awazên xwe tomar kirine û gelek stran dane hunermendên navdar û wê bi hunera xwe herdem sax be.

 

Hozan Emîn