Share |

Hunermendê navdar Ûdî Yervant: Hûn nikarin welêt ji dilê mirov derxin

Hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervant
Hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervant

Hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervantê ku neçar mabû ji Amedê koç bike got, “Hûn dikarin mirovekî ji welatê wî derxin lê hûn nikarin wî welatî ji dilê wî mirovî derxin.”

 

Ûdî Yervant di peyama xwe ya ji bo cejna Christmasê de wiha anî ziman, “Helbet peyama min ji hemû cîhanê re ye. Serê her tiştî hezkirine, ji bilî hezkirinê ti rê nînin. Xwezî her tim aştî heba. Hemû rojên me wekî cejn derbas bûna. Carinan ez dibêjim divê Noela min nebe, ez dibêjim ew dinyaya ku mirov lê dimirin ka ez ê çi bikim ji Noelê. Her rojeke ku mirov nemirin cejna min e.”

 

Li gorî gelek çavkaniyan heta serê salên 1900î jî hejmara Ermenên Amedê hema ji nîvî serjimara bajêr jî zêdetir bûye. Piştre bablîsokek rabû, tofanekê li wan xist û her yekî ji wan berê xwe da derekê.

 

Niha li Amedê ji wê hejmarê tenê derdora 30-40 Ermen mane. Wexta ku meriv ji wan dipirse ew bi xwe jî nizanin. Yek ji wan ê ku çîroka Ermênên Amedê baştir dizane jî hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervant e.

 

Hunermendê navdar ê Ermen ê Amedî Ûdî Yervant li ser Taxa Fileyan a Amedê, cejnên Christmasê û cejnên Misilmanan ên berê, jiyana li Taxa Fileyan û cirantiya bi Kurdên Misilman re bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci dide.

 

- Mamoste merheba!

 

- Merheba serçavan.

 

- Christmasê we pîroz be yan jî Noel pîroz be! Her du jî dibin ne wisa? Em li Taxa Fileyan in. Ermen çûbûn, tax mabûn lê di wan şer û pevçûnên 2015-2016an de tax jî çû. Niha tenê 25-30 belkî 40-50 Ermen mane.

 

- Erê erê her du jî dibin. 50 heb tune jî. Ez dibêjim qey 30-35 heb hene.

 

- Sala jidayikbûna te çend e, tu di kîjan salê de hatibûyî dinyayê?

 

- Di sala 1957an de hatime dinyayê.

 

- Di salên 60î de tu zarok bû.

 

- Erê.

 

- Tu zarokê Taxa Fileyan bûyî.

 

- Erê, erê.

 

- Tu ji Licê bû?

 

- Erê ez ji Licê bûm.

 

- Tu dikarî ji min re hebikî behsa Diyarbekira salên 60î, Taxa Fileyan û Noelên wê demê bikî. Çi maye di bîra te de. Tu dikarî çi bibêjî?

 

- Yanî em niha li Diyarbekirê li Dêra Surp Gragosê ne ku dêra Ermenan e. Di serî de ji vir dest pê bikim. Di cejnên zarokatiya min de ev dêr dêra herî mezin a Ortodoks a Ermenan bû.

 

- Ya Rojhilata Navîn?

 

- Na. Ya dinyayê. Me jî wisa dizanibû ku ya Rojhilata Navîn e lê wekî dêra Ermenî Ortodoks dêra herî mezin a dinyayê ye. Ev der heta devî tijî mirov dibû. Em zarok li derve dilîstin. Hewşa wê tijî dibû. Yanî dema tu îro lê dinêrî li dêrê silavek û aleykumselamek maye. Silavek û Ûdî Yervant maye. Yanî mînak wekî şexs 30-40 heb Ermen an hene yan tine li Diyarbekirê.

 

- Tu li ber vê rewşê dikevî?

 

- Ê helbet mirov çawa li ber nakeve. Ez her roj têm vira. Her ku têm vira berî ku derî vekim, serê xwe datînim ser wî kevirî û dest bi girî dikim û dibêjim zarokatiya me ciwantiya me, diya me, bavê me û pêşiyên me li vira bûn û em li vira jidayikbûn û li vira mezin bûn. Niha tu dinêrî kesek nemaye. Ne Ermenî mane ne jî taxa wan.

 

Ne file man ne taxa wan ma. Yanî bixwazî nexwazî helbet em li ber dikevin. Tiştekî ku em bikin tuneye. Mesela ez li vira çêbûm li vira mezin bûm. Ji sala 1957an heta 3ê Kanûna Pêşîna 1976an ez li vira bûm. Ez bist salan li vira jiyam. Piştî wê em neçar man û me koç kir. Bi taybetî di bûyerên Qibrisê yên sala 1974an de me li vira gelekî aciz kirin. Me lêxist û em çûn.

 

- Çûyina ew çûyin bû.

 

- Çûyîn ew çûyîn bû.

 

 

 

 

- Heke bi taybetî em ji bo Amedê bêjin. Wekî pirseke klasîk her tim tê pirsîn ku cejnên berê, Noelên berê û Christmasên berê çawa bûn? Em dizanin ku li dêran bi awayekî klasîk dihate pîrozkirin lê li malan ev cejn çawa dihat pîrozkirin? Mezinan çi dikir û we zarokan çi dikir? Nûciwantiya te jî li vira derbas bû, tu dikarî hebikî behsa Taxa Fileyan bikî, çi di bîra te de maye?

 

- Di her cejnê de teqez kulîçe dihatin çêkirin. Me ji van kulîçeyan didan ciranên xwe yên Kurd jî. Bi hesabê "ga dike ga dixwe" nîn bû. Me bi xwe çêdikir û me bi xwe belav dikir. Bêhna wan kulîçeyan hêj di pozê min de ye. Taybetmendiya vê derê ya Rojhilatê ya Mezopotamyayê heye. Bi malbatî serlêdana mezinan dikin, cejna wan pîroz dikin û destê mezinan maç dikin. Tenê ne li cem Kurdên misilman, li cem me Ermenan jî bi vî awayî bû. Bi taybetî em diçûn malên merivên xwe û me cejna wan pîroz dikir.

 

Dema dibû şev teqez li mala merivekî sifre dihat danîn û şeraba Ermenan ku li malê dihate çêkirin dihat danîn, xwarin dihat çêkirin û teqez divê elokek bihata serjêkirin. Wê çaxê berf dihat heta ser sînga me. Ji ser banekî me xwe davêt ser banekî din. Hemû sikak û kuçeyên me teng bûn û di wan kuçeyan de me xwe ji ser banekî davêt ser banekî din ku ewqas berf dibariya. Beriya sersalê bavê min elok dikirî, diya min ew pir xweş çê dikir. Me di hewşa malê de ew elok dixist bin berfê.

 

- Ji dêvla sarincê.

 

- Eynî wisa. Du-sê rojan di bin berfê de dima, xwîna xwe berdida. Diya min nava wî tijî dikir. Teqez roja cejnê serê sibehê em dihatin, karê me yê ewil hatina dêrê bû, dêr saet di pênc û şeşan de dihat vekirin. Em dihatin me saet heta yazdeh û dozdehan heta nîvro dua dikir. Me cejna hev pîroz dikir û keşe waez dida. Bi şev jî wekî tu dizanî em li malekê kom dibûn, em rûdiniştin me dixwar û vedixwar.

 

- Misilman çawa beşdarî cejnên we dibûn? Mînak, îro li Mêrdînê ew çand hêj zindî ye. Wê çaxê jî wisa bû.

 

- Belê weleh cîranên me dizani bûn

 

- Mesela hatin û çûyîna wan hebûn. Ji bo pîrozbahiya Noelê. Yanî jî dema cejna misilmanan hûn diçûn?

 

- Helbet helbet. Mesela di navbera ciwanan de ev çand zêdetir bû. Mesela em ciwanên taxê bi taybet em tekez diçûn cejna hevalên xwe yên misilman. Ev dihatin cem me. Mesela, hevalên min Nîzam Bûlûtoglû hevalên min yê -5-6 Salî yê zaroktîya min e. Dîsa Sedat hebû, Nûredîn Çelîk hebû, em bi van re bi hev re di cejnan de tekez dihatin cem hev. Yanî tekez dihatin destên mezinên me maç dikirin. Nîzam her wext digot, tehm û bêhna wan kulîçeyên dîya te, tehma tirşîna diya te hêj jî di pozê min de ye.

 

- Niha ji ber ku em rojnameger in em bi xelkê re xeber didin. Niha min vê ferq kir. Ji ber ku çûne, ne tenê Ermen xemgîn in, ji ber Ermen çûne Kurdên mayî jî ne bextewar in. Hisreta ew cîrantî ew pêwendiyên berê tê kişandin. Tê çi bêjî, ew xeyîdin dê xilas bibe? Mesela tu çûyî di salên 90î de çûyî heta serê salên 2000î li Amerîkayê mayî. Te gelek bêriya vir kiribû loma zivîrî vir?

 

- Helbet. Ez her vêya dibêjim dibe ku hûn însanekî ji welatê wî derxin lê hûn nikarin wî welatî ji dilê wî însanî derxin. Ez 1992yan de mecbûr mam çûm Amerîkayê. Mecbûr mam çûm û 28 salan qet nehatim Diyarbekirê. 15 sal li Stenbolê, 21 sal li wîlayeta Los Angelesê ya Amerîkayê jiyam. Tabî di wê navberê de ez hatim konserên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê. Ew festîvalên Osman Baydemîr rêk dixist ez hatim beşdarî wan bûm.

 

2004an de 2005an de. Piştre min ferq kir ku ji vir qut nebûme. Li Amerîkayê jî studyoyeke min a muzîkê hebû. Min 13 CD derxistin. Heke tu bihata te studyoya min ya muzîkê bidîta ji xwe te yê xwe li Diyarbekrê hês bikira. Posterekî mezin ê Ahmed Arîf, li kêleka wî ewqas mezin posterekî Yilmaz Guney ku ez heyranê wî me, li gel wî li ser maseya min posterê Hrant Dînk, li gel wî fotografê Şêxmûs Dîken.

 

- Te Diyarbekir biriye Amerîkayê.

 

- Erê min biriye Amerîkayê. Tu bawer bikî li Amerîkayê di cejnên birayên me yên misilman de 10-15 kes duayên xwe dikin ji mizgeftê derdikevin dibêijin ka em herin mala kekê Yervant destên wî maç bikin û cejna wî pîroz bikin.

 

- Sebaret bi vê peyameke Noelê bidî heke...

 

- Helbet peyama min ji hemû cîhanê re ye. Serê her tiştî hiskirine, ji bilî hizkirinê ti rê nîn e. Xwezî her tim aştî heba. Hemû rojên me wekî cejin derbas bûna. Carna ez dibêjim divê Noela min nebe, ez dibêjim ew dinyaya ku însan lê dimrin ka ez ê çi bikim ji Noelê. Her rojeke ku însan nemrin cejna min e keko.

 

Hevpeyvîn : Abdulselam Akinci ….Rûdaw