![](https://www.semakurd.net/sites/default/files/imagecache/400xY/stran-efrine.jpg)
Hejmareke hunermend û dengbêjên Efrînî srtaneke hevbeşî ya bi navê Eşqa Te Yar tomar kir û Komîna Sînema ya Avrîn jî klîba wê stranê amade kir.
Hunermend Neîm Şebab peyîv û awazên stranê danîne û Rênas Kurdax belavkirina muzîkê û Mihyedîn Erselan jî derhênerîya klîbê kiriye.
Erselan ji Dengê Amerîka re got ku çîroka ku di klîpê de hatiye honandin ne dûrî êş û bîranînên derbiderên Efrînî ne.
"Me herwiha xwest ku zengînî û resenbûna çanda Efrînê nîşan bidin ku çiqas rastî êrîşan were jî ew tine nabe."