Share |

Hunermend Beşir Kaya çû ser dilovaniya xwedê

Hunerendê naskirî û deng xweş Beşîr Kaya ji egerê nexweşiya kezebê roja pênşembê 13-6-2013 li nexweşxana Dicle li Bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwedê.

Hunermend Beşîr Kaya di sala 1957an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê, û ji temenek biçûk de sitran gotine, û ji ber ku stran bi zimanê Kurdî gotine di nava demek kurt de navdar dibe , ji ber di wê demê de demê strandina bi zimanê kurdî qedexe bû.

Beşîr Kaya bi dengê xwe yê xweş, û bi stranên kurdî xwe yên resen ku li şahî, aheng û dawetan digotin li devera Amed û dewr û bera wê heya gihişte tevayî bakurê Kurdistanê dihate naskirin û berdewam kir di stran gotinê de heya ku nexweş ket û jiyana xwe ji dest da.

 

Semakurd-Amed