Share |

Hunermenda Kurd Nazik Nêrweyî xwe intîhar kir

 Nazik Nêrweyî

 

Termê hunermend Nazik Nêrweyî piştî rojekê di rûbarê Zêyê Mezin de hat dîtin.

Piştî ku duh Nazik Nêrwehî di nameyekê de xatir ji malbatê xwest û xwe avêt rûbarê Zêyê Mezin, îro (15.12.2012) saet 10.45 termê wê hat dîtin.

Duh hunermend Nazik bi rêya telephone nameyek ji hinek heval û xizmên xwe re şandibû.

Duh (14.12.2012) hunermend Nazik Nêrweyî ya ji komelgeya Dêrelok a girêdayî qezaya Amêdî ya Dihokê, ji ber sedemek ku heta niha jî nayê zanîn xwe avêt rûbarê Zêya Mezin û dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyekê duh derbarê bûyera xwe avêtina avê Nazik Nêrweyî de ji Dêrelokê ji Rûdawê re wiha gotibû: “Heta niha nayê zanîn ji ber çi hunermend Nazik xwe avêtiye rûbar û dawî li jiyana xwe aniye. Lê îro terlik û kefiya wê li ber rûbar hatiye dîtin. Herwiha tê gotin ku Nazikê nameyek li pişt xwe hiştiye. Heta niha nayê zanîn di wê nameyê de behsa çi tê gotin.”

Nazik Nêrweyî li sala 1987’an li Dêrelûkê ji dayîk bûye. Ev nêzî 2 mehan bû zewicî bû.

Dihok (Rûdaw)