Share |

Ji Şivan Perwer du albûmên nû

Şivan Perwer

Berhemeke nû ya Şivan Perwer wekî cotalbûm bi awayekî hevkatî li Bakûr, Başûr û li Tirkiyeyê derket.

Albûmên bi navê ‘Gazind’ û ‘Destana Rojava’ li bazara Başûr û Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê belav bû.

Hilberînerî, aranjorî û hemû qeydên studyoyê yên albumên Gazind û Destana Rojava ji aliyê Hakan Akay ve hatine çêkirin. Di albuma Gazind de, bireveberiya Dietmar Mensinger Orkestraya Şivan Perwer a Sazên Kevandar bi berheman re lêdixe. Di her du albuman de jî digel Şivan Perwer û Hakan Akay gelek muzîkjenên navdar bi amûrên xwe reng dane albûman.

Albûmên ku ji aliyê PelRecordê ve tê hatine tomarkirin, li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê belavkirina cotealbumê dê ji aliyê Sony Music ve, li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê jî dê ji aliyê Vîn Production ve pêk bê. Albûma ku di 18’ê Kanûna 2012’an de li Başûr, Bakûr û li Tirkiyeyê bi hev re gihişt bazarê, kolanan dizingîne.

 

Hewlêr  - Rûdaw