Share |

Ji Ayetên Kurdan …Yasîn Hisên

 

 

 

 

 

 

18 kulîlk bûn

11 binefş bûn

27 darên spîndarê bûn

3 melyon xwedawend bûn

Gelo, ji baxên me re çendîn kesên din divên?

 

- Ma qey em ê bifetisin yadê?

- Ma gelek ma yabo?

- Qey wir gelekî xweş e yadê?

- Amûdê xweş yabo?

- Min bêriya parka xwe Emîna kiriye.

- Min bêriya Apê xwe Kemal kiriye yabo.

 

Bê girî li ser destê mirovekî biyan.

Hêdî hêdî xewnên xwe didan ser hev.

Tifên mezin di devên wan de bûn.

Giriyê wan di nava ava Îca ya şor de dibû nuqteyên ava derya.

 

Bimre Îca, Bimre, zuha bibe

Da em bikaribin gora hêstirên xwe bikolin.

Bimre, da em bikaribin tirbên 18 kulîlkan bikolin.

 

Zivistan li ber derî ye

 

 

***

 

Zivistan li ber derî ye

Ez ê cilên gerêm li keçika xweyî biçûk bikim

Ez ê porê wê şeh bikim û solek xweşik têxim lingên wê

Ez ê berê wê bidim Yonanê

Wê bikim Hêlîna Tirwada

 

Erê Îca, de bimre îca

Gulîkên keça min şil bûn bi şorahiya te

De bimre îca

Te keçika min qefiland

De bimre Îca

Te ez vegerandim welat……..