Share |

Ji bo Mihemed Efîf Huseynî …Helbest: Ehmed Huseynî

Rabe helbestvano!!

Rabe di navbera ken û girî de

Destên xwe bi ava behrê şil bike!!

Rabe di navbera helbest û hêviyê de

Kolanên Amûdê bi xewnên xwe kil bike!!

Rabe Xerîbo!!

Rabe dîwarê xerîban bi bêrîkirina xwe bixemilîne!!

Rabe di şevê de biçurise û dilê min bi agirê xwe bişewitîne!!

 

****

 

Rabe Xerîbo!!

Hêlîna li ser darê

Ya ku te jê hez dikir, digirî..

Dilê te yê ku ji seferê vedigeriya

Û di xweliya eşqê de wenda dibû, digirî..

Rabe Pismamo!!

Velerzîna destên xwe

Bahoza hestên xwe

Û hemî pêlên deryayê bi xwe re bibe

Da ku çavên min negirîn..

 

****

MIHEMED EFÎF HUSEYNÎ

Rabe helbestvano!!

Va ye kevokên te

Li ber pencereyê

Stiranên kulîkan dixwînin..

Rabe helbestvano!!

Reşgirêdana bajarên berfê

Amûda mirina xwe

Goristanên ku di nav destên te de xelaş dibin

Û darbesta helbestê bipesinîne!!

Rabe Helbestvano!!

Peykerên kirêt ên di neynikê de

Rojên zuha yên bêrîkirinê

Hevalên derewîn ên xerîbiyê

Û dawiya pirsên xwe bi destên xwe bikuje

Bagerê zeft bike û bi ser xuşîna daristanê de birije!!

****

Mihemed Efîf Huseynî

Da ku nezaniya xwe bizanibim dinivîsînim.

Da ku di bîranînê de zuha nebim dinivîsînim..

Da ku di demê de dûbare nebim, dinivîsînim..

Da ku xweşik û di mirinê de lihevhatî bim û wekî nivîsên Tawisan ronak bim, dinivîsînim...

Da ku barê lerzê û axînkêşan û êşê, dînbûn û evînê û barê zikreşiyê sivik bikim, dinivîsînim..

Da ku giraniya gakûviyên ku xwe ji dîwêr çeng dikin, xwîn ji qirikên wan diherike û li ser xwîna xwe bi ser kaxezên min de dişemitin, sivik bikim, dinivîsînim..

Da ku asoyan bi Kurdistanê bidime naskirin, dinivîsînim..

 

 

****