Share |

Ji dîroka kurdî.. Kesayetî û helwest…xelek 13 …Şah Nesruddewle û gêrbûna dewleta Merwanî

Dr. Ehmed Xelîl, werger: Heyder Omer

 

                       

                   

Damezirandina dewleta Merwanî: Ji destpêka sedsala (4 k/10 z) de, dewleta xîlafeta Abbasî lawaz bû, û hinek mîrnişîn û dewletên nîvxweser diyar bûn, dewleta Merwanî yekek ji wan bû, bajarê Farqînê (Meyyafarqîn), li bakurê Kurdistanê, payteyta wê dewletê bû, û desthilata wê digihêşte wîlayetên Amedê û Mardînê û Sîrtê û Bedlîsê û hinek beşên wîlayetên Mûşê û Wanê û Elazgirdê û Urfayê (Reh) û Nisêbînê û hinek deverên derdora Musilê. Bi vî awayî tê xuyan, ku sîbera wê ser beşê mezin ji bakurê Kurdistanê û beşien din ji başûr û rojavayê Kurdistanê digirt.

Mîr Husên Bin Dostik (ji êla Buxtî / Buhtî / Botî) bû, yekemîn damezirênerê wê bû sala (982z). Kesayetiya wî dişibî ya şah Deyako, damezirênerê şahnişîna Med. Ewî da ser dewleta Buweyhî, ya ku hukumdara Bexdê; paytexta xîlafeta Abbasî bû, û di cengeke dij wan de, sala (990 z) de, hate kuştin, û kurê xûşka wî mîr Hesen kurê Merwanî rêvebiriya dewleta nûgîha hilda ser milên xwe, lê şah Nesruddîn kurê Merwan gewretirîn şahên dewleta Merwanî bû. Gelo, polîtîk û jînenîgariya wî ҫawa bûn?

Polîtîka derve:Nesruddewle têkliyên derve bi awakî girêdan, ku tevli hevbendiyên hevdij yên rojavayê Asiyayê nebe, û welatê xwe ji bobelatên cengan parast, û aşîtî ji bo gelê xwe durist kir, û Xelîfeyê Abbasî li Bexdê, û yê dewleta Fatîmî li Qahîreyê, û împeretorê Romayê li Qestentînê (Îstenbula halî hazir) sala (1013 z) nûnerên xwe, tev diyariyên nirxbiha, şadin Farqîna paytex, wek ku li dewleta Merwanî mukur hatin.

Dîroknivîs El-Farîqî dibêje:“Ҫaremîn roja cejnê bû, Neruddîn li ser têxt (kursiya hukumdariyê) rûnişt, şandeyên Xelîfe û Sultan hatin, li kêleka rastê rûniştin, û yên Misirê û şahê Romayê hatin, û li kêleka ҫepê rûniştin, û helbestvan û xwendî yên Qur-anê jî hatin. Rojeke gewre û cejneke bînerî bû”.

Nesruddewle ne hejêkirê cengan bû, vê lomê wî ji bo têkiliyên li gel dewletên derdorê rêbazeke aşîtiyane meşand, hemî aloziyên li gel wan bi awayê dostane û dihevgihêşitinî ҫareser kirin, û gava dijminekî dida ser welatê wî, hewl dida ku hinek pereyan bide wî, û wî qayîl bike, ku bi dest ji b cengê berde. Ibin El-Cewzî dibêje: “Gava dijminekî berê xwe bida wî, ew dipirsî: Gelo, ezê ҫiqas pere ji bo vê cengê xerc bikim? Eger gotine wî: Pêncî hezar dînar. Wî ew pere, yan jî pereyên, ku li ser hejmara wan rêkeftin, dişandin, û digot: van bidinê, û wî ber bi paş ve vegerînin”.

Polîtîka hudirîn:Nesruddewle kar û barên şahnişîna xwe organize kirin, walî û karmend, li gor zanîn û karînên wan, nişan kirin. Dîroknivîs bînerên dadwerî û nazdariya wî nin. Ibin Kesîr dibêje: “Welatê wî aramtir û ҫêtir û dadwertirê welatan bû”. IbinEl-Esîr jî dibêje: “Jînenîgariya wî li gel gelê wî ҫêtirîn jînenîgarî bû”. El-Farîqî dibêje: “Navdengiya Nesruddewle gewre bû,..xêrkar bû, û ji bo xelkê dadwer bû”. Bi hebûna dadweriyê û aramiyê re Kurdistana naverast ji her warên aborî û ҫandî ve geş bû, û bazirganan û ҫêkerkaran û zanyaran berên xwe dan wê. El-Farîqî dibêje: “Meyyafarqîn, di dema Nesruddewle de avatir bû, ji her waran de xelkê û bazirganan berên xwe dan wê, û xelk di dema wî de dewlemend bûn, ew rojan cêtirînên rojan bûn û dewleta wî jî ne wek ên din bû”.

Pirojeyên avakirinê bala Nesruddewle kişandin, fermanên avakirina mizgeftan û pireyan û tunelên avê dan, û serayeke şahanî mezin li Farqîna paytext ava kir, dîwar û banên bi bi zêr xemilandin, û alavên jiyana xwaş tê de peyda kirin, di serayê de salonên ji bo civatan û ahengan hebûn, tunela avê, ji bo hewzuyan û serşokan, ji kaniyekê gihande serayê,û navdengiya comerdiya wî li welatên derdorê deng veda, helbestvanan berên xwe dane wî, û bi baştirînên helbestan ew pesinîn, û perûwên (xelat) nirxbiha wergirtin.

Helwestên mirovane: Dewleta Merwanî di serdema Nesruddewle de, ji bo penaberên polîtîkayê bibû şûnwarê aramiyê, ku di nav wan de şah û mîr û şalyar (wezî) jî hebûn, Nesruddewle ji bo wan gelekî dilnaz bû, jiyana layiq ji wan re peyda dikir. El-Farîqî dibêje: „Bibû cihê her kesê, ku berê xwe didayê“, û gava ku zabitê tirkî El-Besasîrî da ser Bexdê, Xelîfeyê Abbasî (El-Qayêm bî emrîllah, efser û kurikê xwe, bazda û ҫû ba wî. El-Farqînî dibêje: „Nesruddewle pêşwaziyan kir, ew kirin mêhvanên xwe û rêza wan girt, û şandin Amedê, û di serayê de cih da wan, û her tiştê ji wan re divê bû, da wan“.

Dilnaziya vê şahî ne tenê ji bo xelkê bû, belê ji bo sewalan bû jî, carekê gotine wî, ku perende di zivistanê de ji ber pirbûna berfê birҫî dibin, û gava tên nava bajar û gundan xwarinê dipelînin, xelk wan nîҫir dikin, rabû ferman da, ku gencîneyên liban vekin, û têra perendeyan bireşînin, perende her zivistanê di serdema wî de mêhvanên wî bûn.

Cudahiyên Havî:Nesruddewle hejêkirê jiyana xweşik bû, sêsed û şêst cariyên wî hebûn, kêfa xwe bi wan dihanî, li gor şerî-eta îslamê, ku ew cariyan (Mulkulyemîn bûn), her salê carekê digihêşte yekê, her şevekê bûkeke wî ye nû hebû, wî gele jinên dengbêj û semayê hebûn, ku yên şahan û sultanên serdema wî nebûn ewqas nebûn, her ku dibihîst cariyeke ciwan, an jî dengbêjeke jêhatî heye, ew dikiriya, û nirxê wê dubare dida. El-Farîqî dibêje: “Halxweşiya wî kesekî din bi yeke wek wê halxweş nebû”.Heye (belkî) di van nûҫeyan de pêdaҫûn û fort hebe, lê xuyaye, ku Nesruddewle di jiyana xweşikiyê de gelek pêda ҫû, û pereyên pir di vî warî de xerc kirin, di heman demê de, tevî ku metirsiyan dewleta wî didan ber ҫavan; Silcûqên Tirkan rojavayê Asiyayê talan kiribûn, û dest dabûn ser welatê Farisan û Îraqê û rojhilat û başûrê Kurdistanê, û xwe ji bo dagîrkirina Kurdistana naverast û bakur amade dikirin.

Divya bû, ku Nesruddewle bi xwe re sert û miqate ba, artêşeke hêzdar peyda bikira, û dewlet û gelê xwe ji bo rûbirûtiya armancên Silcûqan amade bikirana, ji ber ku pêwr û mêzînên herêmî û têkiliyên polîtîk bi tenha nikanin dewletan biparêzin, û her kesê, ku berê dijminan bi pereyan ji ser welatê xwe diguhêre, di heman dema de, û bi heman tevdîrê, welatê xwe ji bo hêrişên wan dike armanc, da pereyên pir bistînin.

Nesruddewle giranî neda vê rastiyê, pê re jî, di dawiya serdema xwe dît, ҫawa Silcûq dewleta wî dever bi dever diriquҫînin. Sala (1042 z) Sultanê Silcûq Texrulbeg deh hezar siwar bo talankirina Amedê rê kirin, ew jî cekemîn car, ku Tirk li wê deverê diyar bûn, û ji Nesruddewl xwast, ku gotara/gotina (xtbe) nimêja roja Înê bi navê wî were xwendin, û Nesruddewle jî ev yeka pejirand. Wateya vê yekê, li gor polîtîka wê demê ew bû, ku dewleta Merwanî bi ser hukumdariya Silcûqan ve bû. Nesruddewle sala (1061 z) mir, û bêtirî bîst kurukan bi şûn xwe ve hêstin, û bi ser ku ewana bi jiyana xweşik ve mijûl bûn, nakokiyayên desihilatê jî di nav wan de gumreh bûn, û dewleta Merwanî lawaz bû, û sala (1086 z) Farqîna paytext kete destên Silcûqan.

Damezirandin û gêrbûna dewleta Merwanî wek damezirandina û gêrbûna şahnişîna Med bû, rêvebirên pendiyar û qutubirr dameziorandin, û rêvebirên tengraman û hejêkirên jiyana xweşik, û hevdijberên bo desthilatê û pereyan jî wenda kirin.

Jêder:

• Ibin El-Esîr: El-Kamêl fîttarîx, 9/12, 13, 24, 26, 35, 27, 556 û 10/17, 641, 650.

 • Ibin El-Cewzî: El-Munezzem; 16/70.

• Ibin Xeldon: Tarîx Ibin Xeldon, 6/902, 904.

• Ibin Xelikkan: Wefeyatule-iya, 1/192.

• Ebdirreqîb Yûsif: Eddewle Eddostikiyye, 1/32, 36, 53.

• El-Farîqî: Tarîx El-Farîqî: rû 50, 52, 58, 110, 166, 153, 169, 178, 199, 214, 218.

• Ibin Kesîr: El-Bîdaye we Ennîhaye, 12/87: