Share |

Ji dîroka kurdî ... kesayetî û helwest...Ji dêvla Xelek 8...Şoreşvanê Med Phraort

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer

 

Geline tolhildêr:

 

Berê jî bi me re derbas bû, ku rêvebirê Farisan Dara kurê Heştasp li gel şeş rêvebirên Farisan rêkeftin girêda, û her du biraderên Med Pîrtizîsîs û Semîrdîs (Gaomata) gêr kirin û kuştin, pê re jî Farisan desthilata her du şahnişînên Faris û Med bo xwe vegerandin, û Dara jî bi navê (Darayê Yekem) bû qeral. Her weha derbas bû jî, ku Farisan komkujiyek giran bi Medan kirin, û ew roj wek rojeke niştimanî ji xwe re nîşan kirin, xelkên Med di wê rojê de, ji tirsa kuştinê, di malên xwe de diman, û nikarîn jê derketana, û gava zulm û zora Farisan gelek sert bû, rêvebirên Med, ên dilsoj bêtir bi wê zulmê hest bûn, û bo dewleta Farisan bêtir tolhildêr bûn.

Ne tenê Xelkên Med tolhildêrên desthilata farisî bûn, belê gelên din, ên ku hatibûn kolonîkirin, jî çavriyên rizgariyê bûn, û sala (522 b.z) gelek serhildanan rû dan. Li hêla başûr gelê Îlam, û li hêla bakur gelê Ermen, û li hêla rojava gelê Babil serî hildan, û li hêla rojhilat jî serhildanekê dij desthilata farisan, li Baxtîryayê (bakurê Efganistan halî hazir) rû da, û li dawiya wê salê gelê Misrê jî raperî([1]).

Şoreşa Phraort:

Phraort rêvebirekî Med ê ji dewleta farisî bi kîn û tolhildêr bû, lê zanyariyên bêtir li ser kesayetiya wî kêm in, tenê tê zanîn, ku ew ji malbata Med a şahanî  ye (malbata Deyako), û xwe bi navê Xeşterît dida navandin, ev jî  ew nav bû, ku Phraort, ê ku duwemîn damezrênerê şahnişîna Med pê dihate navandin. Tiştê normal ew bû, ku hinek rêvebirên Med xwe bidin kêleka wî, ji ber ku navdariya qeralên Med (Deyako, Xeşterît, û Keyxisrew)  hîna jî di bîriya wan de zindî bû, û Xelkên Med jî hêvîdarên başiyên wê senseletê bûn. Phraort keysa mijûlbûna Dara li gel têkbirina şoreşa gelê Babil, bi kar hanî, û li dij wî raperî û şoreşek gewre bi rê ve bir.

(Qeral Darayê Yekem)

Gelek xelkên Med tev li Phraort bûn, û nişteciyên Partrt (ango Axşan li başûr rojhilatê deryaya Qezwîn), û nişteciyên Heyrkaniyayê (başûrê deryaya Qezwîn) û yên Ermenistanê bûn piştgirên wî. Her weha li îyaletên hêla rojhilat jî raperînekê bi rêvebiriya pêşewayekî, navê wî Heyzedana (Whêzdana) bû, rû da, lê zanyariyên wî yên durist di destên me de nîn in, gelo ew Faris bû, yan Medî yan ji neteweyeke din bû? Em nizanin. Deyakonov nûçeyeke balkêş li ser raperîna Phraort û Heyzedana diyar dike, û dibêje: „Armanca her du raperînan ew bû, ku zagona  Berdiya yê sexte (Gaomata), ya ku rêjîma Daryoşê yekem ji holê rakiribû, vejînin([2]).

Mebesta (zagona Gaomata) biryara Gaomata yê ku heft mehan hukumdar bû ye, ew zagona, ku xizmetkariya leşkerî, û baceya sewalan ji ser  hemî îyaletên şahnişînê rakiribû([3]).

Her du raperîn; a Phraort li welatê Med, û ya Heyzedana li îyaletên rojhilatê, hilgerîn asta du şoreşên cemawerî yên gumreh. Di neqşên Behestûn de hatiye gotin, ku nişteciyên şoreşgerên  civakê tev li Phraortes bûn([4]).

Têkçûna şoreşê:

Dara bi lez artêşek bi rêvebiriya hevalbendekî xwe navê wî (Daderşîş) bû, şand Ermenistanê; û artêşek jî bi rêvebiriya dostekî xwe navê wî (Weydarna) bû, şand Medyayê bo şerê Phraort bike. Nasnameya Weydarna nehênî ye, nate zanîn, ka ew Farisî yan Medî ye. Di nav artêşa Dara de rêvebir û şervanên Medî hebûn, û bijartina Dara nêzîktirîn dostên xwe dij şoreşa Phraortes, dide xuyakirin, ku şoreşa Med bo dewleta Farisan metirsîtirîn bû([5]).

Weydrana bi artêşê xwe ve ber bi Medyayê ve çûn, û roja (12. 01. 521 b.z) bi artêşa Med, a ku bi rêvebiriya rêvebirekî phraort bû, rû bi rû bû. Ev cenga li hêla rojavayê Med (deverên bakur rojavayê başûrê Kurdistanê) qewimî, û gava Weydrana nikarî şoreşê têk bibe, li benda alîkariyên leşkerî bêtir ji hêla Dara de ma.

Dara tektîka şerpezekirinê di cenga dij Phraort de xebitand, û xwast bavê xwe Heyştasp (hukumdarê Parsê ya, ku ji hêla rojhilat ve hevsînora Med bû), ku bi hêzên Med ên raperî re rû bi rû bibe; ev yeka di meha Avdarê sala (521 b.z) de qewumî. Deyakonov ji bo wê dibêje: „Phraort neçar bûbû, ku di du eniyên cengawerî de şer bike([6]).

Di meha Nîsanê/Avrêl de sala (521 b.z) Dara şoreşa Babil têk bir, û heman demê jî beşekî artêşa xwe ya taybet, ku ji Farisan û Medan pêk dihat, bo şerê Qewwat û Heyzdana şand Baxtîryayê, û derdora meha Reşemeyê/Sibatê ya heman salê rêvebirê artêşê û Heyzedana dîl kirin, û meha Pêşberê/Hezîranê jî Heyzedana radest bû, pê re jî Dara kanîbû hemî hêzên xwe bo şerê Phraortes, ber bi Kunduru ya welatê Med bişîne. Hêzên Phraort, bi vê yekê ketin navbera her du hêlên kelpedanê; artêşa Dara ji hêla rojava de, û ya Heyştasp ji hêla rojhilat de. Deyakonov dibêje: „Phraort di van cengan de têk çû, û li gel hinek siwaran berê xwe da devera bajarê Rexe (Rey) li hêla din a sînorê welatê xwe Med, û çavriyê alîkariya Heyrkanyayê û Parsiyayê bû([7]).

Di destpêka meha Pûşberê (521 b.z) de Dara artêşek şand, da riya alîkariyên, ku heye ji Ermenistanê bo Med werin, bibire, û arteşeke din şand Med, da alîkariya hêzên wî li wêrê bike, û ji ber ku wî tirs hebû, ku Phraort û rêvebirên artêşa xwe herin Parsiyayê û Heyrkanyayê, û ji wur de şoreşê bi rê ve bibe, û hêzeke din li pey Phraort û hevalên wî şand. Phraortes heft mehan bêtirî Gaomata pêdar bû, û berxwe da, lê dawî Farisan ew dîl kirin([8]).

Dara bi fermanekê nûçeyên serkeftina xwe li hember Phraort, li ser latê Behestûn bi vî awayê jêrîn da neqişkirin: „Phraortes dîl kirin, û hanîn ba min, min poz û guh û zimanê wî birrîn, û çavên wî hilkirin, û di seraya min de hate girêdan, da hemî nişteciyên azad wî bibînin, û wê hîngê min ferman da, ku li Egbatana tîran bavêjin wî, û min hemî kesên, ku ji pêşî de alîgirên wî bûn, di hundir keleha Egbatana de sêdar kirin([9])

(Neqşên latê Behestûn)

Raperîna Ҫeyteran Texme:

Armanca vê tolhildana hovane ew bû, ku sawê berde dilên Medan, lê tevî vê yekê jî agirê şoreşê li Medyayê netemirî. Deyakonov dibêje: “Tevî vê jî şoreşa Med bi dawî nehat, êla Sagartiyan radest nebû, û mirovekî din ê vê êlê xwe qeral ragihnd, û xwe da naskirin, ku ew comerdekî malbata Keyxisrew e, navê wî Ҫeyteran Texme bû”([10]).

Da ku Dara vê şoreşê têk bibe, ji hundirê wê de lê da, û hinek pêşewayên Med bi perûwan û pileyên bilind razî kirin, da bo têkbirina şoreşa Ҫeyteran Texme alîkariya wî bikin, wan jî xinizî bi gelê xwe kirin, û hevbendî li gel Dara girêdan, û rêvebirê Med Nehmaspaday artêşa Farisan ajote ser Med, û şoreş têk bir, û Ҫeyteran Texme li Îrbîlê hate dîlkirin, û xistin ber tîran, û bo sizeya rêvebiriya şoreşê hat kuştin.

 

 


([1]) Deyakonov: Med, rû 407-408.

([2]) Deyakonov: Med, rû 407-408.

([3]) Heman jêder, rû 400.

([4]) Heman jêder, rû 407-408.

([5]) Heman jêder, rû 409.

([6]) Heman jêder, û heman rûpel.

([7]) Heman jêder, rû 410. Şûnwarên bajarê Rexe (Rey) nêzîk Taranê; paytexta Îranê dikevin.

([8])  Heman jêder, û heman rûpel.

([9])  Heman jêder, û heman rûpel.

([10])  Heman jêder, û heman rûpel.