Share |

Ji Helîm Yûsiv romenek nû: ‘99 Morîkên Belavbûyî’

 

Nivîskar Helîm Yûsiv bi romana xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji Weşanên Peywendê derket.

Helîm Yûsiv ku berî vê romanên bi navê “Sobarto”, “Tirsa Bê Diran” û “Gava Ku Masî Tî Dibin” derxistibû vê carê “99 Morîkên Belavbûyî” pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Weşanên Peywendê ku berî vê hemû pirtûkên Helîm Yûsiv ji nû ve çap kiribû niha romana wî ya nû jî çap kir û di Fûara Pirtûkan a Amedê de pêşkêşî xwendevanan bike.

Mirov dikare bi 7 pirsan kakilê romana nû ya Yûsiv nîşan bide:

1- Gelo ev romaneke polîsiye ye?

Romaneke wisa ye, ku bi bûyereke nêzîkî bûyerên romanên polîsî destpêdike. Lê ne romaneke polîsî ye.

2- Gelo romaneke evînî ye?

Roman behsa evîneke demdirêj - dilê ewilî - dike, ku dilê ewilî û yê dawî ye. Lê ew ne romaneke evînî ye.

3- Gelo romaneke li ser integrasyonê û koçberiyê ye?

Roman hemû gelemşeyê mijara integrasyonê li ber çavan radixîne û behsa wan koçberan dike, ewên ku ne dikarin ji welatê xwe yê kevin qut bibin û ne jî dikarin baş li welatê nû bijîn. Lê ev roman ne ya koçberî û integrasyonê ye.

4- Gelo romaneke siyasî ye?

Kesê sereke ji welatê diktator û zordaran û faşistan sax difilite û li welatekî demokrat û aram bi destê naziyekî tê kuştin. Lê ew ne romaneke siyasî ye.

5- Gelo romaneke civakî ye û xwe dispêre nakokiyên herdu çandan "rojava û rojhilat"?

Roman li ser rojhilatiyekî ye ku têkiliya wî bi jineke rojavayî re nîvco dimîne û di avakirina malbateke dureng de têk diçe û çavên wî her li ser jina rojhilatî ye. Lê ew ne romaneke civakî ye, ne jî romana dijberiya kultûrane.

6- Gelo romaneke sureyalîste?

Ji destpêk hetanî bi dawiya romanê balindeyekî reş, ku giyanê dayikekê ye, di ezmanê romanê de difire, diçe û tê û her û her daxive. Lê ew ne romaneke sureyalîste.

7- Gelo ew romaneke realîst e?

Roman pala xwe dide rojnivîsên kesê sereke yê romanê û behsa bûyerên rojane yên serboreya wî ya karê wergerê dike. Lê ew ne romaneke realîst e.

"99 morîkên belavbûyî" ne romaneke polîsî ye, ne jî evînî ye, ne romaneke li ser integrasyonê û koçberane, ne siyasî ye, ne jî civakî ye, her wisa hem ne surralîst e ne jî realîst e. Bi gotineke din, ev roman ya van mijaran hemûyan bi hev re ye. Bi teknîka tizbiyê morîkên romanê yeka yeka ji ser erda jiyaneke têkçûyî tên danhev û bi tayekî zirav ew jiyana talankirî ji nû ve tê ristin. Dibe romaneke wisa ku xwendevan bi mereqeke mezin dixwaze lezê bide tiliyên xwe û morîkê li pey ya din ber bi xwe ve bîne.

- 99 Morîkên Belavbûyî / Helîm Yûsiva / Roman / 150 rûpel / Weşanên Peywend

 

 

Diyarname