Share |

Ji Mahsûm Nisêbînî ‘Xunava Gulan’

 

 

Pirtûka sêyemîn a Mahsûm Nisêbînî bi navê “Xunava Gulan” derket. Berhema helbestê ji Lîsê derçû.

Sêyemîn pirtûka Mahsûm Nisêbînî “Xunava Gulan” derçû. Xunava Gulan, pirtûka helbestan e. Di vê berhemê de 51 helbestan hene û ev helbest li cihên gelek cuda hatine nivîsandin.

Hemû helbest li ser têkoşîna azadiya kurdan hatine nivîsandin. Nivîskar û helbestvan Mahsûm Nisêbînî piraniya jiyana xwe din ava têkoşîna kurdan de bihurandiye û niha li Swîsreyê dijî.

 

Ji dîwana Nisêbînî helbestek:

 

Baran

 

dibarî barî barî

baraneke xweş barî

 

gul vebû bilbil kenî

agir gurr bû li banî

 

çavên har dikevin dar

derd û xem gêr dibin xwar

 

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

 

baranê rakiribû lehî

dar bişkivîn bi şahî

 

nêrgizan kiribû kenî

xwezayê kesk li xwe danî

 

baranê wekî bêhna gulan

sermistî da niştinan

 

ji kûr dengek hate der

bi hewar û bi keder

 

md AKnews