Share |

Ji Nûbiharê Salnameya 2021an!

Weșanxaneya Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan.

Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:

Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din…

Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî û wextên nimêjê cî girtine.

Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin çar in:

Heskîf, Medreseya Sor, Mizgefta Mezin Diyarbekir û Qesra Îshaq Paşa.

_____________________________________

https://www.nubihar.com/niviskar/4248-salname