Share |

Ji te hezdikim… Rêzan dilbirîn

ji ezman bilindtir
ji deryayê kûrtir
ji cîhanê mestir
ji xwezayê firehtir
ji xwe û te bêtir
ez ji te hezdikim
ez ji te hezdikim
bi banga dil dikim
dil bûye bengîn
rêça tev birîn
bîr û bawerî
bi ola evîn
ez ji te hezdikim
û zanim tu zana
sitêra min bixwîn
jê bigre nama
nama dil bixwîn
bi awazê hozana
ez ji te hezdikim
bi vînê bawer dikim
bawerya evîn
ji bo te dil birîn
bi ax û nalîn
dil ji tere rêdikim