Share |

Ji Weşanxaneya Ronahî: Kulîlkên Be’îvan

 

Arjen Arî bi şêwazeke nû derket pêşber xwendevanên xwe. Arî vê şêwaza xwe ya edebî weke “Hevbestîn” bi nav dike. Di Kulîlkên Be’îvan de 13 hevbestîn hene, ji van hinek dişibin çîrokan, hinek wek ceribandinan in, di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin hevbestînên Arjen Arî.

 

Edîtoriya berhemê Mihemed Ronahî kiriye. Weşanxaneya Ronahî ji sersalê û vir de her hefteyê berhemek weşandiye û dê heya Newrozê her hefte berhemekê pêşkeşî xwendevanên kurdî bike

 

 

Weşanxaneya Ronahî