Share |

Ji weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû

 

 

Weşanxaneya Sîtavê berhemeke çîrokan ya nû ya bi navê ‘Mirina Xortekî Rind’ çap kir. Ev berhema yekê ya nivîskar Îkram Baban e.

 

Weşanxaneya Sîtavê wiha behsa pirtûk û nivîskarê pirtûkê yê ciwan dike: “Belê, dema mirov vê berhemê dixwîne û dibihîze xwedîyê vê berhemê ji berhema xwe biçûktir e, tenê bişirîneke henûn li ser rûyê mirov kon vedigire.

 

Ji bo afirandina berhemeke wiha, bi kêmanî tecrubeyeke bîst – sîh salan hewce ye, lê vî xortî berhemeke ji temenê xwe mezintir nivîsiye û xistîye xizmeta edebîyata kurdî. Nivîskar, bi kurdîyeke şîrîn li ser tevneke trawmatîk derûnîya xortekî jîr û zîrek dirêse. Pirê caran mêjî, ji ber hêza xwe ya efsûnî di serî de hilnayê; tehemul nake û dixwaze bi çargavî bibeze, xwe li asoyên bêsînor biqewimîne, lê şert û merc nahêlin.

 

Her kî vê berhemê bixwîne, ew ê bi xwe jî bi lehengê berhemê re bibe hevrê û di hin qonaxan re bi hev re bimeşin. Û ev berhem, herwiha trawmaya civakeke ketî û belengaz e jî.”

 

Çavkanî: xwebûn