Share |

Jimara sifir ya rojanameya Xelat bi zarava kurmancî latînî li Suleymaniyê derket.

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê,  paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27 heyva eylûlê 2023 yan de weşand.

Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin,  gelek gotar, babet, rîportaj û agahiyên giring  ji  her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê di nav xwede hildigre.

Rojname bi piştgîriya Mekteba Ragihandinê ya Yekîtî Niîtimanî Kurdistan çap û amede dibe,  ji bo xizmetkirina zarava kurmancî û wke xelat ji bo hemû kurdan li sertaserî cîhanî.

Rojnama Xelat bangeheştî hemî nivîskar, wêjevan , wergêr, hunermend û rojnamevanên kurd dike ku  rojnamê bi babet û berhemên xwe zengîn bikin û pê par nehêlin.

 

Hûn dikarin babetên xwe li ser vê navnîşanê bişînin:

Email:xelatkurmanci@hotmail.com

www.xelat.org

Ji bo xwendina jimara sifir, vî linkî bitikîne:

file:///C:/Users/Sony/Desktop/XELAT-0-CHAP-252525252525.pdf