Share |

Jin di metelokên kurdî de

 

Roja çarșemê 20.06.2012, li danișgeha encûmena kurdî li Sûrî-Qamișlo û li ser daxwaziya komela Subartu, û bi amadebûneke jinê yî balkêș û ciyawaz, Mamoste Fewaz Ebdê bi simînarekê bi nave "Jin di metelokên kurdî de" rabû.

Simînar li tevaya çarçiwên jiyana jina Kurd rawestiya; weke kepanî, jina male, dê, perwerdeker, hewî, keça evîndar, xwazgînî, delalî, spehîbûn, bûk, xesû, û ya kurdûnde.. li gel tiștê nebaș (negatîv) di jiyana wê de.

Di dawî de simînar –bi alîkariya metelokan- giha encamekê, ku mêr bi jinê ye û jin bi mêr e, herdû bi hev re jiyanê avadikin.

Hin ji metelokên di simînarê de hatin:

1-Jin stûna malêye.

2-Mala ku jin avabike, kes nikare xerabike.

3-Dar bi berê xwe ye.

4-Serê ku serî jê nekevin, bila bê veşartin.

5-Jina çê ji hezar mamote çêtire .

6-Law dest tavêje sure bavê, keç dest tavêje teșiya dê.

7-çavê reș kil naxwaze.

8-Jina bê fedî, weke xwarina bê xwê ye.

9-Axa jinê û axa mêr her yeke.

10-Jin û mêr du baskên teyrekî ne.

Simînar bi van gotinan bi dawî bû:

Di kelepûrê kurdî de her û her navê zayend mê berî zayend nêr tê, weke: Jin û mêr, keç û xort, dê û bav, xwişk û bira, pîrek û zilam, pîr û kal "Xwedê we bi hevre pîr û kal bike". Ev jî nîşanenek ku Kurd qedrikî mezin didin jinêû nîşana rêzgirtinekê ye ji wê re. Lê di dawî temen de dibêjin: Kalo û pîrê. Gelo ev ji ber ku "kalo" bihtir hewceyî guhdanêye navê wî berî yê "pîrê" hatiye?! Ev cihê pirsêye û bersiv belkî li cem civaknasan be!.

 

Bi ferehî dixwazî here:

www.facebook.com/subartukomele

 

E-Mail:

subartukomele@hotmail.com